Çalakiya rûniştinê ya ku Kurdistanî bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî (NY) a li bajarê Cenevre yê Swîsreyê li dar dixin, dewam dike. Çalakiya rûniştinê ku ji 25’ê Çileya 2021’ê ve her roja Çarşemê tê lidarxistin, vê hefteyê endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Jinên Ciwan ên Têkoşer (TêkoJIN) xwedî lê derket.
Di çalakiyê de êrîşên bi çekên kîmyewî yên dewleta Tirk li Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî gerîla pêk tîne, hatin teşhîrkirin û ji bo meşa ku wê 12’ê Kanûnê roja Çarşemê li bajarê Dusseldof ê Elmanyayê bê lidarxistin, wiha hate gotin: “Ji bo em bibin deng û nefes ji gerîla re, em ê bi ruhê seferberiyê li Dusseldorfê bin.”
Di şexsê 17 gerîlayên ku di êrîşên kîmyewî yên dewleta Tirk de şehîd bûn, ji bo bibîranîna Şehîdên Şoreşa Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Çalakî, bi xwendina daxuyaniyê û axaftinan dewam kir.
Li ser navê Navenda Civaka Kurd a Cenevreyê (CDK) Merwan Ada axivî û got: “Roja derketina xwedî li gerîla ye. Gerîla deng û nefesa gelê Kurd e. Îro hêzên qirker ên dixwazin me bêyî nefes bihêlin, bêyî ku di sûcên li dijî mirovahiyê û şer de sînoran nas bikin, bi çekên kîmyewî qetlîaman dikin. Di serî de NY û dewletên Ewropayê, heta ku saziyên rayedar berpirsyariyên xwe bi cih bînin em ê her tim li qadan bin.”
Li ser navê CDK ya Cenevreyê Ramazan Baytar jî metinê çapemeniyê yê bi Fransî xwend.
Hevserokê CDK a Cenevreyê Erdal Atasoy herî dawî mafê axaftinê girt û got ku wê 12’ê Kanûnê bi ruhê seferberiyê tev li meşa li Dusseldorfê bibin.
Atasoy da zanîn ku ew nêzî du salan e ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ber avahiya NY’ê çalakiya rûniştinê li dar dixin û got: “Em di vê çarçoveyê de rûyê dewleta Tirk a dagirker teşhîr dikin û li dijî sûcên mirovahiyê û şer, xwedî li têkoşîna gerîla derdikevin. Di serî de xelkê me yê li Cenevreyê dijî, em weke Kurdistaniyên li Swîsreyê wê 12’ê Kanûnê bi ruhê seferberiyê tev li çalakiya li Dusseldorfê bibin û bibin deng û nefes ji gerîla re.”
Di çalakiyê de dirûşmeyên xwedî derketina li gerîla hatin berzkirin. Di heman demê de ciwanên Kurd û enternasyonalîst ji bo protestokirina bêdengiya civaka navneteweyî ya li dijî êrîşên kîmyewî, ber bi avahiya NY’ê ve meşiyan.