Li Dresdenê têkildarî êrîşên kîmyewî kon hate vedan

Ji bo li ser êrîşên dewleta Tirk ên bi çekên kîmyewî agahî bi raya giştî re bêne parvekirin, li bajarê Dresden ê Elmanyayê kon hate vedan.

Têkildarî êrîşên dewleta Tirk ên bi çekên kîmyewî, li bajarê Dresden ê Elmanyayê kon hate vedan. Çalakî wê 3 rojan dewam bike. Li gel agahdarkirina têkildarî êrîşên kîmyewî her wiha li dewletên ku mohra xwe danîne binê peymanên li dijî bikaranîna çekên kîmyewî bi taybetî Elmanya û saziya OPCW bang tê kirin ku bi erka xwe rabin.

Di çalakiyê de belavok tên belavkirin û li ser sûcên şer ên dewleta Tirk agahî têne dayin.

Çalakiya ku doh destpê kir, îro li Albert Platzê dewam dike.