Çalakiya Xoşnav Ata 95 roj in berdewam dike

Xoşnav Ata yê ku biraziyê wî Gulperîn Ata û Mihrîban Ata di êrîşên kîmyewî yên dewleta Tirk de hatibû qetilkirin, 95 roj in li pêşiya OPCW’ê ya li bajarê Den Haagê ya Hollandayê di çalakiyê de ye.

Xoşnav Ata yê ku biraziyê wî Gulperîn Ata û Mihrîban Ata di êrîşên kîmyewî yên dewleta Tirk de hatibû qetilkirin,95 roj in li pêşiya Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) a li bajarê Den Haagê ya Hollandayê di çalakiyê de ye. Îro jî şandeya KOMAW’ê serdana çalakiya Ata kir.

Di serdana çalakiyê de Xoşnav Ata xêrhatina şandeyê kir û got ku ew ji serdanên wiha biqîmet hêzê distîne. Xosnav Ata diyar kir ku heta bikaranîna çekên kîmyewî li Kurdistanê were lêkolînkirin, ew ê di nobeta xwe de israr bike. Ata banga hestiyarê li raya giştî kir.