FEDA: Wê Elewî serî li ber zilmê netewînin

Federasyona Elewiyên Demokratîk (FEDA) diyar kir ku desthilata AKP-MHP‘ê dixwaze bi qanûnên vê dawiyê Elewîtiyê ji holê rake û got ku dê Elewî serî li ber zilmê netewînin.

Federasyona Elewiyên Demokratîk (FEDA) têkildarî qanûnên vê dawiyê yên derbarê Elwiyan de daxuyaniyek nivîskî da û got: “Desthilata AKP-MHP’ê dixwaze bi qanûnên vê dawiyê Elewîtiyê ji holê rake û wan têxe dibin kontrola xwe. Armanca qanûnê ew e ku bi girtina Elewîtiyê di bin destê dewletê de tune bike û Elewiyan jî Sunî bike. Saziyên Elewiyan di ferqa vê xetereya mezin de ne û ji bo bertekên xwe yên herî mafdar û rewa nîşan bidin, ketin nava tevgerê.“

Bi domdarî FEDA’yê wiha got:

“Rêxistinên Elewiyan ji bo bertekên xwe li hemberî vê qanûnê bînin ziman, îro li ber meclîsê çalakiyek girseyî li dar xist. Bi vê armancê ji her derê welat û derveyî welat, Elewî li ber avahiya meclîsê kom bûn û xwestin ku ev qanûna ku armanc dike wan û baweriya wan ji holê rake, paş de bê kişandin.

Polîsên AKP-MHP’ê yên ku xwe li vê çalakiya demokratîk negirtin, êrîş kirin. Xwestin destgîrkirinê bikin. Bi vê êrîşê re careke din derket holê ku desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê dixwaze Elewî û Elewîtiyê ji holê rake. Elewî baş dizanin ku êrîş û qanûna tê xwestin, tê çi wateyê. Hem qanûnên ku tê gotin û hem jî êrîşa îro li dijî Elewiyan îlana şer e. Ev yek bi awayek topyekûn hedef girtina Elewîtî û Elewiyan e. Helbet desthilatdariya AKP-MHP’ê ji ber ku hêza xwe ji Elewiyên pelaxtî yên di nava Elewiyan de ne digre û bi awayekî bêperwa êrîş dike.

Haya Elewiyan ji van hemû bûyeran heye. Elewî û saziyên Elewiyan tiştekî baştir dizanin. Elewiyan di dîroka xwe de bi berxwedaniya li dijî zilmê hebûna xwe parast û domand. Çawa ku li hemberî Hizir paşa û Yêzîdan li ber xwe dan, îro jî wê li ber xwe bidin. Edalet, wekhevî û azadî ku kevirên bingehîn ên baweriya Elewîtiyê ne, îro ji me re dibêje ku li hemberî êrîşên desthilatdariya AKP-MHP'ê berxwedana herî xurt bidin meşandin.

Di serî de desthilatdariya AKP-MHP’ê û bila her kes bizane ku wê Elewî îro jî weke duh serî li ber zilmê netewîne. Ew ê teslîmî vê êrîşa li ser wan nebin. Ew ê li dijî van êrîşan û hem jî li dijî qanûnên bi navê ku tê xwestin bê derxistin li ber xwe bidin. Em Elewî dikarin bi têkoşîna xwe ya rêxistinkirî û mafdar êrîşên AKP-MHP’ê pûç bikin.”