Li Rûsyayê êrîşên bi çekên kîmyewî hat protestokirin
Kurdên li herêma Stavropol a Rûsyayê dijîn, êrîşên bi çekên kîmyewî yên dewleta Tirk protesto kirin.
Kurdên li herêma Stavropol a Rûsyayê dijîn, êrîşên bi çekên kîmyewî yên dewleta Tirk protesto kirin.
Kurdên li herêma Stavropol a Rûsyayê dijîn, hatin ba hev û bi çalakiyekê êrîşên bi çekên kîmyewî yên dewleta Tirk a dagirker protesto kirin. Di çalakiyê de alên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û KCK’ê hate hildan.
Li ser navê Kurdên li Stavrapolê Hevserokê Otonomiya Kurd a Stavropolê Huseyîn Axmedov daxuyanî xwend. Axmedov, gerîlayên di êrîşên kîmyewî de şehîd bûne bi bîr anî û got: "Bikaranîna çekên kîmyewî yên dewleta Tirk a faşîst û tecrîda li Îmraliyê, encama konseptekê ye. Kurd bi sedsalan li berxwe didin û wê berxwedana xwe mezin bikin. Em ê li ser esasê felsefeya Rêber Apo, dengê bidin bihîstin.”
Axmedov anî ziman ku dewleta Tirk li hemberî berxwedana gerîlayan têkçûye, niha jî bi çekên kîmyewî êrîş dike. Axmedov, banga seferberiyê kir û got: “Weke Kurdên li Rûsyayê dijîn bang li gelê Kurd ê li Kurdistan û cîhanê dijîn dikin ku bikevin nava liv û tevgerê. Divê her Kurdek li kû be li dijî vê qetlîama faşîst derkeve. Em bang li her kesî dikin ku li dijî cîhana dualî û raya giştî, dengê xwe bilind bikin.“