Havîna 2022'an li Ewropayê herî kêm 15 hezar kes mirin
Hate eşkerekirin ku li Ewropayê di havîna 2022'an de herî kêm 15 hezar kes ji ber germê mirine.
Hate eşkerekirin ku li Ewropayê di havîna 2022'an de herî kêm 15 hezar kes ji ber germê mirine.
Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) bi wesîleya civîna bilind a avhewayê (COP27) ya li bajarê Şarm El Şêx ê Misrê tê lidarxistin, têkildarî mirina ji ber germa zêde ya li parzemîna Ewropayê texmînên xwe parve kir.
Havînê bi pêla germê re germahiya hewayê gihîşt asta rekorê. Li gelek deveran agir bi daristanan ket.
Midûrê WHO'yê yê Ewropayê Hans Kluge daxuyaniyek weşand û got, "Li gorî daneyên neteweyî yên hatin weşandin, tê texmînkirin ku sala 2022'an 15 hezar kes ji ber germê mirine."
Kluge diyar kir, ku li Elmanyayê 4.500 kes, li Spanyayê nêzî 4.000 kes, li Qraliyeta Yekbûyî zêdeyî 3.200 kes û li Portekîzê jî zêdeyî hezar kes mirin û got, bîlanço wê girantir bibe.
Li gorî daneyên WHO'yê, di nava 50 salên dawî de li Ewropayê 148 hezar kes ji ber germê mirin. Tenê îsal zêdeyî 15 hezar kes mirin.
WHO ku saziyek ser bi Neteweyên Yekbûyî ve ye got, "Guhertina avhewayê ji xwe me dikuje, lê belê îro bi çalakiyeke xurtir pêşî li mirina zêde ya mirovan bê girtin."
Li gorî raporeke Neteweyên Yekbûyî ku hefteya derbasbûyî hate weşandin, di nava sih salên dawî de zêdeyî 2 qatî germahî zêde bûye.