Çalakiya konvedanê ya li Dresdenê bi dawî bû

Çalakiya konvedanê ya bi armanca protestokirina êrîşên kîmyewî yên dewleta Tirk, li Dresdenê hat lidarxistin, di roja sisêyan de bi dawî bû.

Çalakiya konvedanê ku sê roj berê bi armanca protestokirina êrîşên kîmyewî yên dewleta Tirk, li Albertplatz a bajarê Dresden ê Elmanyayê dest pê kir, îro bi dawî bû.

Di çalakiyê de ji bo balê bikêşin bi ser bêdengiya Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) ya li dijî bikaranîna çekên kîmyewî ya dewleta Tirk de, pankart hatin daliqandin. Çalakî ji saet 16.00’an heta bi 18.00’an dewam kir.

Di çalakiyê de daxuyanî hat dayîn û danezanan hatin belavkirin. Çalakî, bi banga tevlêbûna meşa ku wê 12’ê Mijdarê li Dusseldorfê bê lidarxistin û berzkirina dirûşman bi dawî bû.