Platforma Olên Mezopotamyayê banga tevlêbûna meşa li Dusseldorfê kir

Platforma Olên Mezopotamyayê bi daxuyaniyek nivîskî banga tevlêbûna meşa 12’ê Mijdarê ya li Dusseldorfê kir.

Civaka Îslamî ya Kurdistanê, Koordîanasyona Ezîdiyan li derveyî welêt, Federasyona Elewiyan a Demokratîk, Platforma Yarsanan a Ewropayê, Platforma Horam a Ewropayê û Cebheya Feylî ya Ewropayê têkildarê meşa ku 12’ê Mijdarê wê li Dusseldorfê bê lidarxistin, daxuyaniyek nivîskî dan û banga tevlêbûna meşê kirin.

Daxuyanî wiha ye:

“Hûn xwedanê dergûşa mirovahiyê ne. Mirovahî, ji xaka pîroz Kurdîstanê derketiye. Ev xaka pîroz û gelê berxwedêr bi hezaran salan e, ji bo mirovahî nemire û tune nebe, li ber xwe dide. Ev welat û gel, gelek felsefe û baweriyan dihebîne û hebandine. Gelekî bawerî û ol ji nava vê xakê û gelî derketine. Kurdistan dergûşa ol û baweriyan e, bexçe û baxê civak û çandan e.

Îro neyarê Kurdan dixwaze wan li cîhanê tune bike. Li Bakur, Başûr, Rojava û Rojhilat bi bêexlaqî li qirkirinê dewam dike. Bi piştgiriya desthilatdarên bêwijdan, hemû curên fermanan li ser gelê me pêk tîne. Divê kesên oldar, niştimanperwer û xwedan wijdan bi erka xwe rabibin. Li welatê me yê pîroz qehremanên gelê me bi çekên kimyewî û bi awayên hovane tên qetilkirin. Divê Kurd, bawermendên rast û mirovên xwedan wijdan, biherikin bajarê Dusseldorfê.

Divê em bawermendên rast û durist jî, mirovahiyê bê xwedî nehêlin. Em wek bawerî û bawermendên Mezopotamyayê bang li hemû kesên xwedan wijdan dikin ku, roja 12’ê Mijdarê, deriyên xwe radin, cînar û dostên xwe bi rêxistin bikin û tev li vê meşê bikin.

Çawa ku hemû sazî û partiyên Kurdistanî roja 12 Mijdarê kirine roja greva neteweyî, ji bo piştgirîkirina doza azadîyê û rawestandina şerê qirêj, li dijî qirkirina keç û xortên Kurdan, divê em jî wê rojê wek rojeke rabûna li ber qirkirina Kurdan bi liv û tevger bibin. Bi kal û pîr, keç, xort, jin û zilam hemû bi hev re biherikin vê qadê. Divê hemû cîhan pê bihese, neyarê me yê hov, dixwaze di kesayeta gelê me, keç û xortên me de, hemû bawerî û mirovahiyê tune bike.

Werin em tev bi hev re xwedî li mirovahiyê derbikevin!

Werin em oldar û bawermendên Kurdîstanê bi hev re vê hovîtiyê riswa bikin!

Werin em tev bi hev re li welatê pîroz Kurdîstanê û berxwedêrên xwe xwedî derbikevin!“