Siyasetmedarên Kurd ji bo meşa li Dusseldorfê bang kirin

Siyasetmedarên Kurd û nûnerên saziyan ji bo meşa 12'ê Mijdarê ya li Dusseldorfê banga tevlîbûnê kirin û got, "Em xwedî li gerîla derkevin."

Siyasetmedarên Kurd û nûnerên saziyan ji bo meşa 12'ê Mijdarê ya li Dusseldorfê ji ANF'ê re axivîn.

Siyasetmedar û nûnerên saziyan ev nirxandin kirin:

KARTAL: BÊDENGIYA LI HEMBERÎ BIKARANÎNA ÇEKÊN KÎMYEWÎ DIVÊ BÊ ŞIKANDIN!

Hevserokê Kongra Gel Remzî Kartal: Li dijî dewleta Tirk a ku bi çekên kîmyewî şer dike, saziyên gelê Kurd ên li derveyî welat 12'ê Mijdarê weke roja greva neteweyî ragihandin. 12'ê Mijdarê divê kar bê sekinandin. Ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk ên bi çekên kîmyewî û bêdengiya li hemberî wê, em ê 12'ê Mijdarê li hev kom bibin û mîtîngeke bi heybet lidar bixin. Banga me li gelê me wiha ye: Divê bêdengiya li hemberî bikaranîna çekên kîmyewî bê şikandin. Divê gelê me dengê xwe bike yek. Ji bo parastina zarokên xwe, ji bo parastina gerîlayên azadiyê, ji bo bibin dengê wan em li Dusseldorfê li hev kom bibin.

SEVER: ROJ ROJA RÛMETÊ YE!

Hevserokê KON-MED'ê Engîn Sever: Em bang li Kurdistaniyên li Ewropayê dikin ku 12'ê Mijdarê li Dusseldorfê li hev kom bibin. Van 6 mehên dawî li hemberî gelê Kurd çekên kîmyewî têne bikaranîn. Ji bo bibe nefes ji şervanên azadiyê re, ji bo misogerkirina azadiya gelê Kurdistanê saziyên me hemû divê tevlî vê meşê bibin. Roj roja rûmetê ye. Roja xwedîderketina li têkoşîna azadiyê ye. Roja xwedîderketina li Rêber Apo ye.!

SERBILIND: DEWLETA TIRK A DAGIRKER NEGIHÎŞT ARMANCA XWE, LEWMA ÇEKÊN KÎMYEWÎ BI KAR TÎNE

Sekreterê Giştî yê Partiya Îslamî ya Kurdistanê Hîkmet Serbilind: Dewleta tirk ji berê ve li hemberî gelê Kurd şerê qirkirinê dike. Dema ku tengav dibin, dema ku nikarin bi şervanên azadiyê yên Kurdistanê çekên giran an jî çekên kîmyewî bi kar tîne. Ji meha Nîsanê û vir ve dewleta Tirk li gel derfetên xwe hemûyan li dijî gerîla li Başûrê Kurdistanê û li dijî gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê şer dike. Ji ber ku li hemberî gerîla nekarî bigihêje armanca xwe dest bi bikaranîna çekên kîmyewî kir. Li me gelê Kurd ferz e ku li hemberî bikaranîna çekên kîmyewî, li ber desthilatdariya AKP-MHP'ê li ber dewleta Tirk a dagirker rabin. Divê em li her derê nîşan bidin ku bi van şervanên li çiyê re ne. Divê em ji cîhanê re ragihînin ku dewleta Tirk li dijî şervanên Kurdistanê çekên kîmyewî bi kar tîne. Bi navê Partiya Îslamî ya Kurdistanê bang li gelê Kurd dikim; bi ruhê neteweyî li dijî bikaranîna çekên kîmyewî em bibin yek deng û dengê xwe bigihînin cîhanê.

TÛRHALLI: TEVLÎ MEŞA LI DUSSELDORFÊ BIBIN, WEZÎFEYA XWE YA OLÎ, NETEWEYÎ Û ÎNSANÎ BI CIH BÎNIN

Serokê Civaka Îslamî ya Kurdistanê Hafiz Ahmet Tûrhalli: Dewleta dagirker dixwaze me qir bike. Li Rojava, Bakur û Başûr gelê me qir dike. Li dijî zarokên me yên bi çekên ferdî li ber xwe didin bi bikaranîna çekên kîmyewî yên qedexekirî dixwaze wan tune bike. Ev hovîtî ye. Yên baweriya xwe bi ola Îslamê heye, gelê me yê welatparêz û kesên ji xwe re dibêje ez mirov im divê li ber vê hovîtiyê rabin. Divê erk û berpirsyariya xwe bi cih bînin. Werin tevlî meşa li Dusseldorfê bibin û wezîfeya xwe ya olî, neteweyî û mirovî bi cih bînin. Em li benda we ne.

ORAK: GERÎLA HÊVIYA KEDKAR Û GELÊ KURD E, JI BO PARSTINA GERÎLA...

Endama Konseya AvEG-KON'ê Hulya Orak: Li dijî sûcên şer ên dewleta Tirk a faşîst, ji bo parastina gerîla ku hêviya gelê Kurd û kedkaran e, bi navê AvEG-KON'ê 12'ê Mijdarê em bang li gelê xwe, welatparêzan û mirovên pêşverû dikin ku beşdarî çalakiya li Dusseldorfê bibin.

ŞAKIR: ME SERÊKANIYÊ JI BÎR NEKIR, EFRÎN JI BÎR NEKIR: EM BIBÊJIN ÊDÎ BES E

Ji Nûnertiya PYD'ê ya li Ewropayê Xebat Şakir: Dîroka dewleta Tirk dîroka komkujiyan e. Li dijî gelê Kurd bi sedan komkujî kir. Li hemberî gelê me çekên kîmyewî bi kar anî. Me Serêkaniyê ji bîr nekir, me Efrîn ji bîr nekir. Herî dawî bi dehan caran li çiyayên Kurdistanê çekên kîmyewî bi kar anî. Werin em bi hev re ji dewleta Tirk a dagirker re bibêjin Êdî bes e. 12'ê Mijdarê li Dusseldorfê tevlî meşa rûmetê bibin. Em ji dewleta Tirk re bibêjin êdî bes e.

NEBEZ ABDÛLLAH: EM SEKNA NETEWEYÎ NÎŞAN BIDIN

Hunermendê ji Başûrê Kurdistanê Nebez Abdûllah: Meşa ku wê 12'ê Mijdarê li bajarê Dusseldorfê bê lidarxistin gelekî girîng e. Ji ber vê yekê li dijî rejîma Tirk a faşîst ku çekên kîmyewî bi kar tîne, divê em sekneke neteweyî nîşan bidin. Li hemberî komkujiyên ku dijmin dike em bêdeng nemînin.

DEMÎR: LI DIJÎ ZILMÊ DENGÊ XWE BILIND BIKIN

Nûnerê Demkî yê ADKH'ê Yûsûf Demîr: Dewleta Tirk a faşîst li hemberî têkoşîna demokratîk neteweyî ya Kurdan bi her rê û rêbazên qirêj, bi çekên kîmyewî hewl dide qirkirinê bike. Nepêkane ku mirov li hemberî vê zilmê bêdeng bimîne. Wezîfeya me ya mirovî û berpirsyariya her şoreşger û demokratî ye ku li dijî vê yekê dengê xwe bilind bike û li ber vî şerê qirêj rabe. Di 12'ê Mijdara 2022'an de li Dusseldorfê em beşdarî mîtîngê bibin û li ber zilmê rabin.