Raportorên NY‘yê xwestin demildest Fincanci bê berdan
Raportorên Mafên Mirovan ên NY’yê gotin ku dewleta Tirk, qanûnên xwe ji bo çewisandina civakê bi kar tîne û daxwaza berdana Prof. Dr. Şebnem Korûr Fîncanci kir.
Raportorên Mafên Mirovan ên NY’yê gotin ku dewleta Tirk, qanûnên xwe ji bo çewisandina civakê bi kar tîne û daxwaza berdana Prof. Dr. Şebnem Korûr Fîncanci kir.
Raportorên Mafên Mirovan ên Neteweyên Yekbûyî (NY), li ser êrîşên bi çekên kîmyewî û girtina Seroka Konseya Navendî ya Yekitiya Bijîşkan a Tirk (TTB) Şebnem Korûr Fîncanci daxuyanî da. Raportorên NY’yê anîn ziman ku Şebnem Korûr Fîncanci bi hincetên nediyar hatiye girtin û ev tişt diyar kirin: “Wisa xuya ye ku girtina Dr. Fîncanci, ji bo bêîtbarîkirina mafparêz û rêxistinên mafên mirovan perçeyekê bikaranîna bi zanebûn a qanûnên li dijî terorê ye.“
Raportoran diyar kirin ku Fîncanci jî di nav de tacîzkirina aktorên civaka sivîl ên li Tirkiyeyê bi hincetên ne hincet, girtin, destgîrkirin û bikaranîna mewzuata têkoşîna li dijî terorê û hukumên din ên cezayî, wan gelek bûyer bi belge kirine.
Raportoran da xuyakirin ku bi êrîşên wiha yên bi armanca tengkirina bergeha sivîl a bi ewlehî tên kirin, pêşk li serweriya hiqûqê tê xistin û dirêjê azadî û nirxên demokratîk tê kirin û ev tişt anîn ziman: “Divê mirov bihêle ku parêzkarên mafên mirovan û pratîsyenên tibê bikarin rastiyê ji desthilatdariyê re bibêjin. Rolên wan ên derxistina holê ya binpêkirina mafên mirovan, hîmên sereke yên civakên demokratîk in û bikaranîna mafê azadiya derbirîn û birêxistinbûnê di çarçoveya hiqûqa mafên mirovan a navneteweyî de parastî ne.“
Raportoran, banga berdana demildest û bê şert û merc a Fîncanci û aktorên civaka sivîl ên din ku bi armanca siyasî hatine girtin, li meqamên Tirk kir.
LÎSTA YÊN DAXUYANÎ ÎMZE KIRIYE:
Pisporên Mafên Mirovan ên NY’yê yên ku daxuyanî îmze kirine ev in:
“Raportora Taybet a eşkence û pêkanînên din ên zalimane yên dijmirovî ya ceza Alîce Jîll Edwards, têkildarê rewşa parêzkarên Mafên Mirovan Raportora Taybet Mary Lawlor, Fionnuala Ní Aoláin a Raportora Taybet Parastin û Bipêşdebirina Mafên Mirovan di Têkoşîna li dijî Terorê de, Tlaleng Mofokeng a Raportora Taybet a pispora wergirtina siûdê ji tenduristiya fizîkî û zihnî bi standardên herî baş ku her kes bikare xwe bigihîne, Morrîs Tîdball-Bînz ê Raportorê Taybet ê mijara înfazkirina bêyî darizandin û kêfî.“