Li ber Parlamentoya Fransayê çalakî hat lidarxistin

Jinên Kurd, ji bo teşhîrkirina êrîşên bi çekên kîmyewî yên dewleta Tirk û ji bo ku hikûmeta Fransayê li dijî êrîşan tevbigere li ber parlamentoyê çalakî hat lidarxistin.

Bi banga Tevgera Jinên Kurd a Fransayê (TJK-F) saet di 14.00’an de jin li ber meclîsa neteweyî ya li Parîsê civiyan û sûcên şer ên li dijî mirovahiyê yên dewleta Tirk protesto kirin.Di çalakiyê de wêneyên 17 gerîlayên bi êrîşên bi çekên kîmyewî şehîd bûn û dowîzên li ser bikaranîna çekên kîmyewî di çalakiyê de hatin hildan. Di çalakiyê de bêyî navber dirûşmên “Tirkiye terorîst e“, “Qetlîamê rawestîne“, “Çareseriya siyasî ji bo Kurdistanê“ hatin berzkirin.

Jinan destnîşan kir ku astengiya herî mezin a li ber aştiya li Rojhilata Navîn Recep Tayyîp Erdogan û diyar kir ku divê Fransa li ber Erdogan rabe ku xwe bi terorê xwedî dike.

Di daxuyaniya hat dayîn de, îşaret pê hat kirin ku tevî hemû agahî û belgeyên pê eşkere bûye ku dewleta Tirk çekên kîmyewî bi kar tîne, di serî de Fransa, nabe ku dewletên Ewropayê dengê xwe nekin.

Çalakgeran, banga şandina şandeyekê ji bo lêkolîna li ser bikaranîna çekên kîmyewî li Herêmên Parastinê yên Medyayê kir.

Gava çalakiyê, danezanên têkildarê bikaranîna çekên kîmyewî hatin belavkirin.

Parlamentera Tevgera Serî Natewîne ya Fransî Danîelle Sîmonet jî hat cihê çalakiyê û got ku ew bi Kurd û jinên Kurd re ne. Sîmonet, ji Fransayê xwest ku bang li Neteweyên Yekbûyî bike da ku şandeyeke serbixwe ava bibe. Sîmonet, anî ziman ku bikaranîna çekên kîmyewî sûcek e ku li dijî mirovahiyê tê kirin.

Parlamentera Fransî her wiha bi lêv kir ku PKK ne rêxistineke terorîst lê rêxistineke berxwedêr e.

Çalakî, bi berzkirina dirûşmên “Bijî berxwedana gerîla“ û “Jin jiyan azadî“ û banga ji bo avakirina şandeyekê di bin banê Neteweyên Yekbûyî û çûna herêmê bi dawî bû.