Ciwanên Kurd di lîstika fûtbolê ya FC St. Paûlî û Holsteîn Kîelê de çalakî li dar xist

Ciwanên Kurd, ji bo balê bikêşin li ser êrîşên bi çekên kîmyewî, di lîstika fûtbolê ya li Hambûrgê hat lîstin de xwepêşandaneke protestoyî li dar xistin.

Yekitiya Xwendekarên Kurdistanê (YXK) û Xwendekarên Jin ên Kurdistanî (JXK), di lîstika fûtbolê ya FC St. Paûlî û Holsteîn Kîel li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê bi hev re lîst de, êrîşên bi çekên kîmyewî yên dewleta Tirk protesto kirin.

Ciwanan, li trîbûnên qada fûtbolê posterekê mezin ê “#NOFLYZONE4ROJAVA” li ser nivîsandî û pankartên “Jin jiyan azadî“, “Bikaranîna çekên kîmyewî li Kurdistanê rawestînin“ hildan. Wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên PKK’ê jî di çalakiyê de hatin hildan.

Ciwanan diyar kir ku ew piştevanên gelê berxwedêr ê li Rojhilatê Kurdistanê ne û îşaret bi wê yekê kirin ku têkoşîna ji bo xelasiya jinan ji têkoşîna gerîla tê.

‘ERKA HER KESÊ/Î YE’

Gava çalakiyê, ciwanan got ku bal kişandina bi ser binpêkirina mafên mirovan de erka her kesê/a azadîxwaz û demokrat e û da xuyakirin ku ji ber nekirina dengê xwe ya saziyên ragihandinê yên girseyî, Kurd bi erka xwe dizanin û balê dibin ser hovîtiya ku tê kirin.

Ciwanan, peyama “Bibîranîn, tevgerîn e, berxwedan, jiyan e. Werin Cenga Azadiyê“ da.