EWROPA
Hemû Nûçe
-
Li Memmîngenê bi sedan kes ji bo Rojava meşiyan
Tevî ku rewşa hewayê ne xweş bû jî, bi sedan kes tevlî xwepêşandana li dijî êrîşên dewleta Tirk bûn. -
Dilxwaz Agir li Bîefeldê hat bîranîn
Osman Mûtlû (Dilxwaz Agir) ê ku di êrîşa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker a li ser Amûdê de, bi du hevrêyên xwe re şehîd bû, li Bîefeldê hat bîranîn. -
Li Swîsreyê Komeleya Rojnamevanên Kurdistanê hat avakirin
Rojnamevanên Kurdistanî yên li Swîsreyê dijîn, avakirina “Komeleya Rojnamevanên Kurdistanî” ragihandin. -
Çalakiyên li dijî tecrîdê didomin
Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li paytexta Elmanya Berlînê û li bajarên Lorîent, Marsîlya û Evryê yên Fransayê hat protestokirin. -
Li gelek navendên Ewropayê tecrîd hat protestokirin
Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li gelek navendên Ewropayê, bi çalakî û merasîman hat protestokirin. -
Li Hambûrg, Frankfûrt û Darmstadtê çalakî hatin lidarxistin
Tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrîşên kîmyewî yên li dijî qadên gerîla, li bajarên Hambûrg, Frankfûrt û Darmstadt ên Elmanyayê bi çalakiyan hat protestokirin. -
Li Kolnê daxuyanî ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat dayîn
Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Kolnê, li ser nediyariya rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyanî da çapemeniyê. -
Li Saarbruckenê tecrîd hat protestokirin
Li bajarê Saarbrucken ê Elmanyayê bi merasîmekê, tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat protestokirin. -
Li Mannheîmê êrîşên dagirkeriyê hat protestokirin
Kurd û dostên wan, li Mannheîmê êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk protesto kirin. -
Salvegera damezrandina PKK’ê li Osloyê hat pîrozkirin
Kurd û dostên wan ên li Osloyê, salvegera damezrandina PKK’ê pîroz kirin û ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, peyama azadiyê dan. -
Salvegera avabûna PKK'ê li Parîsê hat pîrozkirin
Li Parîsê salvegera avabûna PKK'ê hat silavkirin, peyama "Berxwedana gelê Kurd wê bi pêşengiya PKK'ê bi serketinê tacîdar bibe" hat dayîn. -
‘Ji bo Rêber Apo tu jî nameyekê bişîne’
Tevgera Ciwanên Şoreşger ji bo ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bikaribe bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike, banga şandina nameyan kir û navnîşanên ku name wê werin şandin, weşand. -
CDK-Aaraû bi parlamenter Markûs Dîetschî re hevdîtin kir
CDK-Aaraû, ji bo rêveberiya Swîsre li dijî êrîşên dewleta Tirk ên bi ser Kurdistanê tevbigere, bi Parlamenterê Partiya Keskan a Kantona Aaraûyê Markûs Dietschî re hevdîtin kir. -
Dewleta Tirk li Montpellîerê hat teşhîrkirin
Li bajarê Montpellîerê, Kurdan û dostên wan bi meşekê sûcên şer ên dewleta Tirk a dagirker teşhîr kir û gotin: “Dewleta Tirk bi êrîşan dixwaze DAÎŞ’ê ji nûve zindî bike.“ -
Êrîşên dagirkeriyê li Gîessenê hat protestokirin
Sûcên şer ên ku dewleta Tirk bi pişgiriya NATO’yê dike, li Gîessenê hat protestokirin. -
Berxwedana Rojhilatê Kurdistanê li Helsînkiyê hat silavkirin
Li Helsînkiya paytexta Fînlandiyayê, ji bo piştevaniya berxwederên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê çalakî hat lidarxistin û berxwedan hat silavkirin -
Li Lîmasolê tecrîd hat protestokirin
Kurdistanî û dostên wan li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Lîmasolê daketin qadan û tecrîd protestokirin. -
Çalakiya li ber CPT’yê bi dawî bû
Endamê KNK‘ê Tahir Koçer diyar kir ku Kurd di ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re tên provokekirin û got: “Sebra Kurdan nemaye. Em dixwazin bersivekê ji Rêbertiyê bigirin. Divê demildest parêzer pê re hevdîtinê bikin.“ -
Sersaxiyên ji bo şehîd Dilxwaz Agir, wê li Bîefeldê bên qebûlkirin
Ji bo şervanê QSD’ê Dilxwaz Agir yê ku di êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de şehîd bû, wê sibe li bajarê Bîefeld ê Elmanyayê şîn û merasîma bibîranînê bê lidarxistin. -
Xirvatistan wê piştî 1’ê Çileya 2023’an tevlî herêma Schengenê bibe
Bi biryara Konseya Ewropayê re wê piştî 1’ê Çileya 2023’an Xirvatistan tevlî herêma Schengenê bibe. -
TCŞ’ê li Atînayê tecrîd protesto kir
Ciwanên li dijî tecrîda Îmraliyê meşiyan, di serî de Yewnanistan, ji bo şikandina tecrîdê bang li hemû ciwanên li Ewropayê kir ku tev li TCŞ’ê bibin. -
Çalakiyên li dijî tecrîdê li Marsîlyayê berdewam in
Li Marsîlyayê çalakiyên ji bo Azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan berdewam in. -
‘Hevdîtin neyê kirin em ê her derê bikin cihê serhildanê’
Çalakiya rûniştinê ya li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li ber avahiya CPT’yê berdewam dike. Çalakgeran diyar kir ku hevdîtin neyê kirin ew ê her derê bikin cihê serhildanê. -
Li Parlamentoya Îngilistanê êrîşên li ser Kurdan hatin nîqaşkirin
Parlamenterê Partiya Karkeran Bambos Charalamboûs ku di civîna bi sernavê “Kurd“ de axivî, diyar kir ku ew êrîşên dewleta Tirk şermezar dikin û bi Kurdan re ne. -
Scholz bang li dewleta Tirk kir ku êrîşan rawestîne
Serokwezîrê Elman Olaf Scholz got ku êrîşên dewleta Tirk ên bi ser Rojava û Başûrê Kurdistanê bêhevsengî û li dijî hiqûqa navneteweyî û bang li dewleta Tirk kir ku êrîşan rawestîne.