Berxwedana Rojhilatê Kurdistanê li Helsînkiyê hat silavkirin

Li Helsînkiya paytexta Fînlandiyayê, ji bo piştevaniya berxwederên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê çalakî hat lidarxistin û berxwedan hat silavkirin

Li Helsînkiya paytexta Fînlandiyayê bi armanca piştevaniya Rojhilatê Kurdistanê û Îranê çalakî hat lidarxistin. Di çalakiyê de pankartên nivîsên ji bo piştevaniya serhildanê li ser nivîsandî hatin hildan û dirûşma ‘’Jin, jiyan, azadî’’ hat berzkirin.

Nûnerên PJAK û Komeleyê peyam dan ku ew piştevanên berxwedana Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ne.

Çalakî bi dirûşmeyan bi dawî bû.