Salvegera damezrandina PKK’ê li Osloyê hat pîrozkirin

Kurd û dostên wan ên li Osloyê, salvegera damezrandina PKK’ê pîroz kirin û ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, peyama azadiyê dan.

Kurdên li paytexta Norveç Osloyê, salvegera damezrandina PKK’ê pîroz kirin. Kurd û dostên wan ên li Oslo û bajarên derdor diîn, salvegera 44’emîn a damezrandina PKK’ê bi pêşengiya Meclîsa Gelê Kurd a Demokratîk a Osloyê pîroz kirin.

Bi sedan kes tevlî pîrozbahiyê bûn û pîrozbahî li salona Skedsmokorsetê hat kirin. Merasîm ji bo bîranîna hemû şehîdên têkoşîna şoreş û demokrastiyê bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir û li ser navê Meclîsa Osloyê hevserokan axaftin kirin. Qala girîngiya PKK’ê ya di jiyana Kurdan de hat kirin. Hat diyarkirin ku PKK nasnemeya gelên hatin çewisandin, rastî zextê hatine û di lêgerîna azadiyê de ne, ye û Kurd wê ji vir û şûn de bi ruhê PKK’ê têkoşînê geş bikin.

Di merasîmê de nûnerên Partiya Sor a Norveçê (Rodt) û Solîdarîtet Med Kurdistan jî yek bi yek axivîn. Hat destnîşankirin ku PKK ji bo azadiya gelên Rojhilata Navîn û aştiyê derfetek dîrokî ye û peyama “Azadiya Birêz Abdullah Ocalan şert e” hat dayîn.

Piştre sînevîzyonek têkildarî têkoşîna PKK’ê hat nîşandan û girseyê dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bijî PKK”, “Şehîd namirin” û “Jin jiyan azadî” berz kir.

Salona merasîmê bi alên PKK, KCK, YPG, YPJ, PJAK, KJAR û HPG’ê û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, hat xemildandin.

Pîrozbahiyê bi stranên Koma Zarokan, Welat Kobanê, Bêhzad Selîmî û Ergîn Xelîkan dewam kir.