‘Ji bo Rêber Apo tu jî nameyekê bişîne’
Tevgera Ciwanên Şoreşger ji bo ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bikaribe bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike, banga şandina nameyan kir û navnîşanên ku name wê werin şandin, weşand.
Tevgera Ciwanên Şoreşger ji bo ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bikaribe bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike, banga şandina nameyan kir û navnîşanên ku name wê werin şandin, weşand.
Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) yên Marsîlyayê daxuyaniyeke nivîskî dan û diyar kirin ku heta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi parêzerên xwe re hevdîtinê pêk bîne wan dest bi kampanyaya nameyan kirine. TCŞ’ê diyar kir ew ê nameyan ji CPT, Neteweyên Yekbûyî û ji gelek saziyan re bişînin.
Ciwanan diyar kirin ku di çarçoveya Pêngava Werin Cenga Azadiyê de bi dirûşmeya ‘Ji bo Rêber Apo tu jî nameyekê bişîne’dest bi pêngavê kirine.
Di daxuyaniya ciwanan de ev tişt hate diyarkirin
“Rêber Apo 24 sal in di bin tecrîdeke giran de ye û tecrîdeke wisa li tu dera dinyayê tune. CPT, Yekîtiya Ewropayê û Neteweyên Yekbûyî di serî de em bang li raya giştî ya Ewropayê dikin ku bila li hemberî tecrîdê helwesteke xurt nîşan bidin û îradeya gelê Kurd nas bikin.
Di encama tecrîda mutleq a li ser Rêber Apo de ev pêkanînên dijmirovahî derdikevin holê.
1 – Gerîla bi çekên kîmyewî tên kuştin.
2 – Jinên Kurd ji aliyê dewlet, daraz û çeteyan ve tên revandin, êşkencekirin û qetilkirin.
3 – Hemû girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê bûne navendên êşkence û mirinê.
4 – Bi kuştina siyasetmedarên Kurd siberoja gelan têk diçe.
5 – Hemû qadên siyaseta demokratîk ku gel tê de dikare xwe îfade bike tên girtin, komkujî û tundî tên bikaranîn.
6 – Cih û warên sivîlan tên bombebarankirin û bi hezaran kes tên sirgûnkirin.
7 – Gelê Kurd mehkûmî birçîbûn, xizanî û belengaziyê dibe û di nava şert û mercên giran ên penaberiyê de dijî.
8 – Hemû xwezaya Kurdistanê bi çekên qedexekirî tê talankirin.
9 – Hemû destkeftiyên gelê Kurd tên binpêkirin û îradeya wê tê desteserkirin, tu destkeftî (ziman, çand, perwerde û hwd.) nayê naskirin.
10 – Dewleta Tirk a faşîst bi piştgiriya CPT, YE û NATO’yê li ber çavê hemû cîhanê li dijî nifûsa 50 mîlyonî, hemû rêgezên mirovahî yên navneteweyî û gerdûnî ji nedîtî ve tê, şerê qirkirinê yê eşkere dimeşîne.
Daxwaza me ji we ev e ku nebin alîgirê van sûcan û bi helwestek ku tê xwestin piştgiriyê bidin têkoşîna rewa ya gelê Kurd.
Serkeftin wê ya gelê Kurd a berxwedêr, serkeftin jî ya gelên cîhanê yên bi hev re ye.
Bi şandina vê nameyê ji navnîşanên e-mail ên jêrîn re piştgirî bidin têkoşîna mafdar a gelê Kurd.
Li ser vê bingehê em bang li ciwanên çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat dikin ku tevlî kampanyayê bibin.
Di daxuyaniyê de ji bo nameyan ev navnîşan hatin parvekirin:
CPT
Conseil de l'Europe
F-67075 Strasbourg Cedex
Fransa
+33 03 88 41 20 00
+33 03 88 41 27 72
Neteweyên Yekbûyî
760 Neteweyên Yekbûyî Plaza,
Manhattan, New York City,
New York (10017-6818),
Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî
1 Easton Street London
WC1X 0DW UK
+44 20 74135500
Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê
Avenue Appia 20
1211 Cenevre
Swîsre
+41 22 791 21 11
Konseya Ewropayê
Avenue de l'Ewropa
F-67075 Strasbourg Cedex,
Fransa
+33 (0)3 88 41 20 00
https://we.tl/t-cXS8eqO71v