Salvegera avabûna PKK'ê li Parîsê hat pîrozkirin
Li Parîsê salvegera avabûna PKK'ê hat silavkirin, peyama "Berxwedana gelê Kurd wê bi pêşengiya PKK'ê bi serketinê tacîdar bibe" hat dayîn.
Li Parîsê salvegera avabûna PKK'ê hat silavkirin, peyama "Berxwedana gelê Kurd wê bi pêşengiya PKK'ê bi serketinê tacîdar bibe" hat dayîn.
Li Parîsê ya ku paytexta Fransayê ye bi wesîleya salvegera 44’an a avakirina PKK'ê şahiyek hat lidarxistin.
Li eywana pîrozbahiyê pankartên yek ji kadroyên pêşeng ên PKK'ê Mazlûm Dogan û hevrêyên wî yên şehîd hatin daliqandin. Eywan bi alayên YPG, YPJ û HPG'ê hate xemilandin.
Pîrozbahî bi deqîqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên şoreşa Kurdistanê dest pê kir û piştre daxuyanî hate dayîn. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Têkoşîna PKK'ê hêvî daye hemû cîhanê. Li hemberî PKK'ê ku hêviya hemû gelên bindest e, sûcê şerekî bêexlaq tê kirin. Li dijî tecrîdê, li dijî faşîzmê divê em têkoşîna xwe mezin bikin. Dewleta Tirk û hevkarên wê sûcên şer dikin. Berxwedana gelê Kurd a ku serî natewîne û baweriya xwe winda neke wê bi pêşengiya PKK'ê bi serketinê tacîdar bibe."
Di çalakiya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate silavkirin de, di pêşengiya pêşkêşvan Bêrîvan Firat de sirûda Çerxa Şoreşê hate xwendin. Piştre yek ji hunermendên TEV-ÇAND'ê Diyar Mehrovî derket ser dikê.
Çalakî bi sînevîzyona li ser dîroka PKK'ê domiya. Beşdaran gelek caran dirûşmên "Bijî PKK" û "Bijî Serok Apo" berz kirin. Piştre Munzur Çemçê helbesta Armanç Kerboran a bi navê “Dema gihîştina stêrkan” xwend.
Di çalakiyê de koma Govendê ya TEV-ÇAND'ê derketin ser dikê, Bermal Çem, Seyda Perînçek, Berfîn Mamedova û Serhat Çarnewa jî bi stranên tevlî pîrozbahiyê bûn.
Çalakî bi gerandina govendê bi dawî bû.