Êrîşên dagirkeriyê li Gîessenê hat protestokirin

Sûcên şer ên ku dewleta Tirk bi pişgiriya NATO’yê dike, li Gîessenê hat protestokirin.

Êrîşên qirkirin û dagirkeriyê yên dewleta Tirk li ser Kurdistanê pêk tîne, li bajarê Gîessen ê Elmanyayê hat protestokirin.

Çalakî bi pêşengiya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk hat lidarxistin û bi dehan kes tev li çalakiyê bûn.

Di çalakiyê de belavokên têkildarî êrîşên dagirkeriyê hatin amadekirin, hatin xwendin. Piştre çalakî bi axaftinan dewam kir û ev tişt hatin gotin: “Dewleta Tirk bi piştgiriya NATO’yê li Kurdistanê her cûre sûcên şer pêk tîne. Ev sûc li ber çavê saziyên berpisyar tên kirin. Bêdengiya saziyên navneteweyî, cesaretek mezin dide rejîma AKP-MHP’ê. Em vê yekê qebûl nakin û em ê timî li qadan bin.“

Çalakî bi dirûşmeyên “Bijî berxwedana Rojava” û “Bijî berxwedana gerîla” bi dawî bû.