CDK-Aaraû bi parlamenter Markûs Dîetschî re hevdîtin kir
CDK-Aaraû, ji bo rêveberiya Swîsre li dijî êrîşên dewleta Tirk ên bi ser Kurdistanê tevbigere, bi Parlamenterê Partiya Keskan a Kantona Aaraûyê Markûs Dietschî re hevdîtin kir.
CDK-Aaraû, ji bo rêveberiya Swîsre li dijî êrîşên dewleta Tirk ên bi ser Kurdistanê tevbigere, bi Parlamenterê Partiya Keskan a Kantona Aaraûyê Markûs Dietschî re hevdîtin kir.
Şandeya li ser navê CDK-Aaraûyê li bajarê Aaraû yê Swîsreyê hat avakirin, li ser êrîşên kîmyewî yên dewleta Tirk bi Parlamenterê Partiya Keskan a Kantona Aaraûyê Markûs Dîetschî re hevdîtinek kir.
Şande ji Hevserokê Meclîsa Navenda Civaka Kurd a Demokratîk (CDK-Aaraû) Hasan Vûral endamên Komîsyona Têkiliyên Derve pêk hat. Şandeyê, dosyeyek li ser gerîlayên bi êrîşên bi gazên kîmyewî yên dewleta Tirk şehîd bûn, pêşkêşê Dîetschî kir û jê xwest ku mijarê bike rojev li meclîsê.
Parlamentera Dîetschî diyar kir ku bi serdanê kêfxweş bûye got ku ew ê mijarê bike rojeva meclîsê û Partiya Keskan û ev tişt gotin:
“Kurd, li Iraq û Sûriyeyê têkoşîneke giring didin. Alîkariya Tirkiyeyê nehata kirin wê Tirkiyeyê nekariya êrîşê herêmên Kurdan bikira, li her du aliyên sînor operasyonên leşkerî yên Tirk wê ne pêkan bûna. Encam diyar e; Tirkiye her ku diçe ji aliyê rêvebirên tund ve tê birêvebirin. YE jî berdêla vê dide. Difikire ku pirsgirêka penaberan a li rojavayê Ewropayê çareser kiriye, lê ne rast e. Em Kesk bi bêdengiya Ewropayê aciz dibin. Ez ê hewil bidim ku êrîşên Tirkiyeyê hem li meclîsa kantonê bikim rojev û hem jî bigihînim navenda giştî ya Partiya Keskan.
LI LÛZERNÊ KAMPANYAYA ÎMZEYAN
Li bajarê Lûzern ê Swîsreyê, Navenda Çanda Kurd a Demokratîk a Lûzernê û Komîteya Rojava, ji bo ku Meclîsa Kantona Lûzernê û Parlamentoya Federal a Swîsreyê biryarekê bide ku Tirkiyeyê şermezar bike, li ser platforma dîjîtal act.campax.org kampanyaya îmzeyan da destpêkirin. Di metna kampanyayê de ev ev tişt hatin diyarkirin: “Mirovên wêrek ên li Rojava, di nava 10 salan dawîn de, li herêmê modelek a jiyaneke bi aştî ava kir. Ev model ji bo Erdogan kelem e. Ji serî heta niha, bê navber êrîş dike.
Birêz Endamê/a Meclîsa Kantonê li Kurdistanê aştiyê pêk bînin. Li dijî Erdogan rabin. Destûr nedin ku bi hezaran mirovan ji malên wan derxin. Tiştekî bikin ku hikûmeta federal têkildarî şer tiştek bike.”
Ji bo kesên bixwazin kampanyayê îmze bikin, lînk ev e:
https://act.campax.org/p/rojava-luzern