Li Swîsreyê Komeleya Rojnamevanên Kurdistanê hat avakirin
Rojnamevanên Kurdistanî yên li Swîsreyê dijîn, avakirina “Komeleya Rojnamevanên Kurdistanî” ragihandin.
Rojnamevanên Kurdistanî yên li Swîsreyê dijîn, avakirina “Komeleya Rojnamevanên Kurdistanî” ragihandin.
Li bajarê Zurîh ê Swîsreyê, rojnamevan hatin ba hev û têkildarî avakirina komeleyê û tûzûka komeleyê nîqaş kirin. Piştî nîqaşan, komeleyê tûzûk bi dawî kir. Sekreterê Partiya Basta ya Basel Franzka Stîer, Hevserokê Konseya Kurd a Demokratîk a Swîsreyê (CDK-S) Îsmaîl Kardaş û endamê Meclîsa Neteweyî ya Behtnahrînê Sleymûn Elber Rhawî tevlî kongreyê bûn.
Rojnamevanên Kurdistanî yên li Swîsreyê dijîn, di civîna li dar xistin de, avakirina Komeleya Rojnamevanên Kurdistanî ragihandin. Civîn bi diyarkirina dîwanê destpê kir. Ji dîwana kongreyê re, Ruştu Demîrkaya, Hulya Emeç, Safûre Bazrafshan û Kamûran Raman hatin hilbijartin.
Rojnamevan Ruştu Demîrkaya li ser navê dîwanê axivî û destnîşan kir ku çapemeniya azad ev bi salan berdêlên giran dane û got: “Em weke rojnamevanên ku ji her 4 parçeyên Kurdistanê, neçar man ku welatê xwe bi terikînin. Ev nêzê salekî ye ji avakirina vê komelyê, em xebatan dimeşînin. Îro em ê bi kongreyê pêngavek girîng biavêjin.”
Di kongreyê de tûzûka komeleyê hat xwendin û made bi made hat nîqaşkirin. Tûzûk bi dengan hat qebûlkirin. Parlamenterên Parlamentoya Federal a Partiya Sosyalîst (SP) Mûstafa Atici, Laûrence Fehlmann Rîelle û Fabîan Molîna, nûnera Buroya Cenevre ya Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî Emîly Baûd, li ser navê saziya alîkarîdayînê Aûgenaûf Lîlo Konîg ku hatibûn vexwendin lê tevlî kongreyê nebûn, peyamên pîrozbahiyê şandin û peyamên wan hatin xwendin.
Peyamek din a pîrozbahiyê jî ji aliyê Yekîtiya Ragihandina Demokratîk – Ewropa (YRD-Ewropa) ve hat şandin. Di peyamê de wiha hat gotin: “Rojnamevantî bûyîn çav, guh û zimanê civakê ye. Eger ku hêza parastina rewa ya welatê me bi kîmyewiyê jehrî dibin, jinên girtî yên qetilkirin, hewl bê dayîn ku serî li rojnamevanan bi tewînin, mafê zarokan ê şîr tê astengkirin, her roj li Rojava bombe li xweseriya ku bi kedê hatî avakirin tê barandin, nîşakirina vê qirkirin û kolonyalîzmê dikeve ser milê we. Tirsa mezin a mêtingeran ew e ku kiryarên wan ên faşîst eşkere bibin. Bûyîna dengê qêrîna Garîba Gezer û pora Jîna Emînî, ji pênûsa me re dimîne.
Rojnamevanên Kurd, di nava kesên bi wêrek ên cîhanê de ne. Bi belavkirina rojnameyan, nûçegihaniya di şer de, li dijî her cûre bêmafiyê rabûn û pênûsa xwe li erdê nehiştinê, zanîne ku bimeşin. Serkeftin wê ya heqîqeyê be.”
Kongre bi hilbijartinê bi dawî bû. Di kongreyê de rêveberiya komeleyê ya 7 kesî hat diyarkirin. Ruştu Demîrkaya, Hulya Emeç, Safûra Bazrafshan, Kawa Karîmî, Meltem Oktay, Rojda Ogûz û Fazel Walîa ji rêveberiya komleyê re hatin hilbijartin.