Li Hambûrg, Frankfûrt û Darmstadtê çalakî hatin lidarxistin

Tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrîşên kîmyewî yên li dijî qadên gerîla, li bajarên Hambûrg, Frankfûrt û Darmstadt ên Elmanyayê bi çalakiyan hat protestokirin.

HAMBÛRG

Meclîsa Gelê Kurd a Hambûrgê ku bajarê Hambûrg ê Elmanyayê kar û xebat dimeşîne, li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, êrîşên kîmyewî yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Rojavayê Kurdistanê, li Rote Flora ya li Stenschanzeyê daxuyanî hat dayîn. Meclîsa Jinan a Rojbîn, hêzên enternasyonalîst ên Elman, rêxistinên ciwanan û Kurdistanî tevlî daxuyaniyê bûn. Di çalakiyê de dovîzên Rêberê Gelê Kurd hatin hildan û pankartên “CPT Have You Met Abdullah Ocalan! We Neet to know about his safety and health” û “Xwedî Derkeve! Bi azadiya Serokatî Ber Bi Jiyana Xweserî” hatin vekirin. Çalakî ji bo bîranîna şehîdên şoreşa Kurdistanê bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir û bê navber dirûşmeyên “Bê Serok jiyan nabe”, “Terorîst Tirkiye”, “Bijî berxwedana gerîla”, “Bijî Serok Apo” û “Bi can bi xwîn em bi te re ne ey Serok” hatin berzkirin.

‘DIVÊ HER KES JI BO RÊBERTÎ DAKEVE QADAN’

Dîcle Çevlîg li ser navê Meclîsa Gel a Hambûrgê axivî û got: “CPT bi bêdengiya dibe hevkarê dewleta Tirk. Ji ber ku dewleta Tirk di şer de israr e, vê tecrîdê li ser Rêbertiya me pêk tîne. Divê her kes ji bo azadiya Rêbertiya me dakeve qadan.”

Daxuyanî bi berzkirina dirûşme û stranên berxwedanê bi dawî bû.

DARMSTADT

Gelek kes li Lûîsenplatz a li navenda bajarê Darmstadtê hatin ba hev û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd protesto kir. Di axaftinên di çalakiyê de hatin kirin de, hat gotin ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nayê qebûlkirin.

Mîtîng bi berzkirina dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.

FRANKFÛRT

li bajarê Frankfûrt ê Elmanyayê tecrîda Îmraliyê hat protestokirin. Kurdistanî û dostên wan li Haûptbahnhof a Frankfûrtê hatin ba hev û ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşiyan. Girseyê di meşê de bê navber dirûşmeyên “Freîheît Fur Ocalan, Freedom for Ocalan, ji Kurdistanê re Statu, ji Ocalan re azadî, Statûs fur Kurdistan” berz kirin û ber bi qada Alte Oper ve meşiyan.