Dewleta Tirk li Montpellîerê hat teşhîrkirin

Li bajarê Montpellîerê, Kurdan û dostên wan bi meşekê sûcên şer ên dewleta Tirk a dagirker teşhîr kir û gotin: “Dewleta Tirk bi êrîşan dixwaze DAÎŞ’ê ji nûve zindî bike.“

Li bajarê Montpellîer ê Fransayê, êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên bi ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi meşekê hat protestokirin. Meş bi pêşengiya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Montpellîerê hat lidarxistin. Meş bi tevlêbûna rêxistinên çep ên Fransî, Partiya Komunîst, Kolektîfa Piştevaniyê ya bi Gelê Kurd ê Montpellîerê, Jiyana Bi Hev Re 34, Partiya Mirovê Layiq, endamên Nûnertiya Montpellîer a Ekolojî û Keskan a Ewropayê û Kurdistaniyan, li qada Comedyê dest pê kir û heta avahiya Montpellîer Prefectûre dewam kir.

Di meşê de alên PKK, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pankart hatin hildan û bê navber dirûşmeya “Kujer Erdogan” hat berzkirin.

Li ser navê girseyê Berdevka Piştevaniya bi Gelê Kurd re Delphîne Petît daxuyanî xwend. Delphîne Petît bal kişand ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrîşên bi çekên kîmyewî yên dewleta Tirk li hemberî Gerîlayên Azadiya Kurdistanê pêk tîne. Petît diyar kir ku Erdogan bi bêdengiya NATO’yê êrîşên Kurdan û destkeftiyên wan dike û got ku divê PKK ji lîsteyên qedexe bê derxistin.

Nûnerên partiyên siyasî yên Fransî jî yek bi yek axivîn. Di axaftinan de hate diyarkirin ku Tirkiye û Îran zextê li ser Kurdan pêk tînin û hat destnîşankirin ku armanca êrîşên li ser Rojava ew ku DAÎŞ’ê ji nû ve zindî bikin.