Li Mannheîmê êrîşên dagirkeriyê hat protestokirin

Kurd û dostên wan, li Mannheîmê êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk protesto kirin.

Li bajarê Mannheîm ê Elmanyayê li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker, çalakî hat lidarxistin. Çalakî ji aliyê NCKD û hin hin Elmanên dostên Kurdan ve, li Wessertûrmê hat lidarxistin û êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk hat protestokirin. Di çalakiyê de peyama “Xwedî li Rojava derbikeve” hat dayîn. Di çalakiyê alên Rêveberiya Xweser û TJK-E’yê û wêneyên 3 jinên şoreşger ên li Parîsê hatin qetilkirin, hatin hildan.