Li Memmîngenê bi sedan kes ji bo Rojava meşiyan

Tevî ku rewşa hewayê ne xweş bû jî, bi sedan kes tevlî xwepêşandana li dijî êrîşên dewleta Tirk bûn.

Li bajarê Memmîngen ê Bavyerayê îro bi sedan kes ji bo Rojava meşiyan. Girseya bi banga Partîzan, FED-GEL û komên antîfaşîst hat ba hev, êrîşên artêşa Tirk protesto kirin.

Hewa ne xweş bû jî girse hat ba hev û bertek nîşanê êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û durûtiya welatên rojavayê Ewropayê da. Di axaftina hat kirin de êrîş hatin şermezarkirin û behsa giringiya piştevaniyê hat kirin. Gava meşê bêyî navber dirûşmeyên “Bijî piştevaniya navneteweyî”, “Bijî berxwedana Rojava” û “Dewleta Tirk, bicehime ji Rojava!” hatin berzkirin.

Faşîstên Tirkiyeyî xwe nêzê cihê çalakiyê kirin û ketin hewila provokasyonê, lê antîfaşîstan guh neda wan.