Li gelek navendên Ewropayê tecrîd hat protestokirin

Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li gelek navendên Ewropayê, bi çalakî û merasîman hat protestokirin.

AMSTERDAM

Ji bo protestokirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan, Kurd û dostên wan îro li bajarê Amsterdam ê Hollandayê meşek girseyî li dar xistin.

Belavokên têkildarî tecrîdê û bêdengiya welatên Ewropayê ya li hemberî sûcên dewleta Tirk, hatin belavkirin. Di meşê de dirûşmeya “Ji Rêber Apo re azadî” hat berzkirin.

Meş bi axaftinên aktîvîstên Kurd û dostên wan bi dawî bû.

PARÎS

Li ser banga NCKD û TJK-F’ê ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li banliyoya Vîllîers Le Bel a Parîsê meşek hat lidarxistin. Bi sedan Kurdistanê li banliyoyê kom bûn û di meşê de bê navber dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe” û “Bi can bi xwîn em bi te re ne ey Serok” hatin berzkirin.

Meş heta Mala Çanda Kurd dewam kir û piştre Xezal Sor li ser navê TJK-F’ê axivî û got: “Ev nêzê du sal in em ji Rêbertiya xwe agahî nagirin, divê CPT demildest daxuyaniyê bide û pêngavên şênber bavêjin. Heta ku em agahî ji Rêbertiya xwe digrin, em ê li qadan bin.”

Merasîm bi berzkirina dirûşmeya “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.

DUSSELDORF

Bi pêşengiya YJK-E’yê ya Dusseldorf û Navenda Civaka Kurd a Dûîsbûrgê di navbera saet 14-16’an de, Kurdistanî û dostên wan li Immermannhoftê hatin ba hev û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan protesto kirin. Çalakgeran peyama “Heta ku Rêbertî bi parêzerên xwe re hevdîtinê dike, wê li qadan bin” hat dayîn.

Di çalakiyê de bê navber dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re aştî” û “Bê Serok jiyan nabe” hatin berzkirin.

FREÎBÛRG

Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Freîbûrgê çalakî hat lidarxistin. Bi sedan kes tevlî çalakiyê bûn. Çalakgeran, destnîşan kir ku divê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rabibe û ew û parêzer û malbata xwe bikarin, hevdîtinê pêk bînin. Çalakgeran her wiha bertek nîşanê CPT’ê da ku çima daxuyaniyekê nade û dengê xwe nake.

Di çalakiyê de êrîşên dagirkeriyê yên bi çekên kîmyewî yên dewleta Tirk a faşîst ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û Rojava jî hatin şermezarkirin.

Di çalakiyê de bê navber dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe”, “Ciwan fedaiyên Apo ne” û “Bijî berxwedana gerîla” hatin berzkirin. Meş, bi tilîliyan hat bidawîkirin.

BERN

Bi tevlêbûna komeleyên Çandê yên Kurd ên Bern, Freîbûrg, Bîel û Solothûrnê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiyeke hevpar li Bernê ya paytexta Swîsreyê, hat lidarxistin.

Kurdistaniyan anî ziman ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku 23 sal in di Girtîgeha Îmraliyê de tê ragirtin, di serî de Kurd, hêviya hemû gelên bindest e û daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat kirin.