Çalakiyên li dijî tecrîdê didomin
Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li paytexta Elmanya Berlînê û li bajarên Lorîent, Marsîlya û Evryê yên Fransayê hat protestokirin.
Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li paytexta Elmanya Berlînê û li bajarên Lorîent, Marsîlya û Evryê yên Fransayê hat protestokirin.
BERLÎN
Li paytexta Elmanya Berlînê, di roja Mafên Mirovan a Cîhanî 10’ê Kanûnê de, merasîma piştevaniya bi girtiyên polîtîk re hat lidarxistin. Meclîsa Kurdistaniyên Azad (Nav Berlîn) bal kişand ser tecrîda Îmraliyê.
Merasîm li ber parlamentoya Berlînê hat lidarxistin û di standa hatî danîn de pankartên “Ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re azadî” hat vekirin.
Di daxuyaniya ku di merasîmê de hat dayîn de, qala rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat kirin: “Abdullah Ocalan niha di bin şert û mercên giran ê tecrîdê de ye. Ev zêdeyî 20 mehin tu agahî ji Abdullah Ocalan nayê girtin. CPT’ê jî di serdana Îmraliyê de, têkildarî rewşa Abdullah Ocalan tu eşkerebûnek ne anî.”
Piştî axaftinan hunermend Neşhwan Harîkî derket ser dikê. Harîkî qala rewşa Rêberê Gelê Kurd kir û diyar kir ku divê dewletên Ewropayê li dijî tecrîdê demildest bikevin nav tevgerê.
EVRY
Li Evryê jî ji bo protestokirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, çalakiyek hat lidarxistin. Meş ji ber komeleya Grîngyê heta avahiya Şaredariyê hat kirin û bê navber dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok jiyan nabe” hatin berzkirin.
Di axaftinên di çalakiyê de hatin kirin de, bang li CPT û saziyên eleqedar hat kirin ku demildest berpirsyariyên xwe bi cih bînin. Çalakî bi berzkirina dirûşme û tilîliyan bi dawî bû.
MARSÎLYA
Çalakiyên li dijî tecrîd û êşkenceyê yên piştî serdana CPT’yê li Êşkencexaneya Îmraliyê, li her derê dest pê bûn, li Marîgnane ya girêdayê Marsîlyayê berdewam in.
Di meha çalakiyê ya bêdem a Navenda Civaka Kurd a Demokratîk (DKTM) a Marsîlyayê da destpêkirin de, îro jî ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Marîgnane 20 km dûrê Marsîlyayê meş hat kirin.
Girseya saet di 15.00’an de li ber La Parc Camoînê hat ba hev, li pişt pankartên bi 33 zimanan li ser ‘’Azadî ji Ocalan re’’ û ‘’Azadî ji Ocalan re ku ji sala 1999’an heta bi niha di bin tecrîdeke giran de ye’’ nivîsandî û bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ketin nav kortejê. Gava meşê bêyî navber dirûşmyên ‘’Bê Serok jiyan nabe’’, ‘’Bijî Serok Apo’’ û ‘’Azadî ji Ocalan re’’ hatin berzkirin.
Di meşê de bi gelek zimanan danezan hatin xwendin. Di daxuyaniya li ser navê DKTM’yê hat dayîn de wiha hat gotin: “Birêz Ocalan bi fikirên xwe jiyana demokratîk, aştiya Rojhilata Navîn, jiyana bi hev re ya çand, ziman û gelan, ekolojî û azadiya jinan ji xwe re dike esas. Bi qasê gelên Rojhilata Navîn mafparêzên navneteweyî heman fikaran tînin ziman. Em bang li Konseya Ewropayê û beşên wê yên rayedar dikin ku bi erka xwe rabibin. Em bang li hêzên navneteweyî ku cih di nav komployê de girtine jî dikin ku polîtîkayên xwe yên li dijî Kurdan careke din di ber çavan re derbas bikin. Em her wiha bang li hêzên demokratîk jî dikin têkoşîna ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gur û geş bikin.”
LORÎENT
Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Lorîent ê Fransayê bi lidarxistina çalakiyekê hat protestokirin.
Kurd û dostên wan, saet di 18.00’an de li Qada Place Arîstîde-Brîand a bajarê Lorîentê hatin ba hev. Di çalakiyê de bêyî navber dirûşmeyên ‘’Bimire faşîzm’’, ‘’Bijî Rojava’’, ‘’Şehîd namirin’’, ‘’Bijî berxwedana gerîla’’, ‘’Bijî Serok Apo’’, ‘’Erdoganê kujer’’ û ‘’Bimire xiyanet’’ hatin berzkirin. Di axaftinên hatin kirin de rexne li bêdengiya welatên Yekîtiya Ewropayê li dijî hovîtiya dewleta Tirk hatin kirin. Bal hat kişandina ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hat diyarkirin ku wê çalakger heta ku ji rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan agahdar bibin, li qadan bin, Kurd ji wê ji bo destkeftiyên xwe bi her awayî fedakariyê bikin û serî li ber faşîzma dewleta Tirk netewînin.