Dilxwaz Agir li Bîefeldê hat bîranîn

Osman Mûtlû (Dilxwaz Agir) ê ku di êrîşa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker a li ser Amûdê de, bi du hevrêyên xwe re şehîd bû, li Bîefeldê hat bîranîn.

Birayên şehîd Dilxwaz, Alî û Rizgar Mûtlû, nûnerê Komawê Alî Yeter, siyasetmedarê Kurd Osman Îbrahîm, malbatên şehîdan, birîndarên şer û gelek Kurdistanî tevlî bîranînê bûn.

Piştî deqeyek rêzgirtinê, berdevkê KOMAW’ê Alî Yeter axivî û got: “Em soz didin ku em ê li ser rêya ku şehîdan vekirî, têkoşînê bidomînin û xwedî li bîranînê wan derbikevin.”

Osman Îbrahîm jî axivî û got ku azadî gelek bi nirx e, lewma ev gel canê xwe feda dike.

Birayê Dilxwaz Agir, Alî Mûtlû jî axivî û wiha got: “Em ê xwedî li felsefe û paradîgmaya ku Rêberiya me ava kirî, derbikevin.”

Birayê wî yê din Rizgar Mûtlû jî wiha got: “Birayê min şehîd Kurdistanê ye, em bi wî serbilind in.”

Di merasîmê de sînevîzyona ji bo Dilxwaz Agir hatî amadekirin, hat temaşekirin.