Li Kolnê daxuyanî ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat dayîn
Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Kolnê, li ser nediyariya rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyanî da çapemeniyê.
Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Kolnê, li ser nediyariya rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyanî da çapemeniyê.
Daxuyanî, li qada nêzê îstasyona trenan a navendî ya Kolnê hat dayîn. Kurdistaniyên li Kolnê û derdora Kolnê tevlî daxuyaniyê bûn.
Tevî ku hewa sar bû jî gelek kes tevlî daxuyaniyê bûn. Pankartên li ser “Azadî ji Abdullah Ocalan re” nivîsandî, hatin vekirin. Destpêkê li ser kurtejiyana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nivîsek hat xwendin û bi domdarî wiha hat gotin: “Ocalan 23 sal in di girtîgehê de ye. Ji zû de ye ku tu agahî jê nayê girtin. Erka CPT’yê, girtina ber li êşkenceyê ye. Ocalan rû bi rûyê tecrîdeke girankirî û êşkenceyê ye. Ew, Rêberê Gelê Kurdistanê ye. Gelê Kurdistanê tu agahiyê ji Birêz Ocalan nagire. Divê CPT bi erka xwe rabibe. CPT, girêdayê Konseya Ewropayê ye. Em bang li CPT a girêdayî Konseya Ewropayê dikin ku bi erka xwe rabibe. Divê demildest hevdîtin bi Birêz Ocalan re were kirin. Gelê Kurd ji rewşa wî ya tenduristî û ewlehiyê bê agahdarkirin.”
Di daxuyaniyê de behsa êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Rojava û Herêmên Parastinê yên Medyayê jî hat kirin û wiha hat gotin: “Dewleta Tirk endameke NATO’yê ye. Dewletên endamên NATO’yê ne, dibînin ku şirîkê wan sûcê li dijî mirovahiyê dike û çekên kîmyewî bi kar tîne lê dengê xwe jê re nakin. Bêdengî erêkirin e. Em bang li wan dewletên endamên NATO’yê dikin ku nebin şirîkê vî sûcî. Em bang li gelên dewletên ku endamên NATO’yê ne jî dikin. Ji ber ku dewleteke sûcdar a mîna dewleta Tirk bi sîwana NATO’yê diparêzin, bila rexne li dewleta xwe bikin.”