Dewleta Tirk li Ontarioyê hat protestokirin

Kurdistaniyên li bajarê Toronto yê Kanadayê dijîn, dewleta Tirk li ber avahiya Parlamentoya Federal a Ontario protesto kirin.

Kurdistaniyên ku bi banga Meclîsa Gelê Kurd a Demokratîk a Torontoyê li ber avahiya Parlamenta Federal a Ontarioyê hatin ba hev, êrîşên bi çekên kîmyewî yên dewleta Tirk a dagirker protesto kirin. Di çalakiyê de al û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hilda.

Di çalakiya ku bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir de pankartên ku balê dikişînin ser êrîşên kîmyewî hatin hilgirtin. Di çalakiyê de timî dirûşmeyên“Şehid namirin”, “Fredom for Öcalan”, “Turkey stop bombing Kurds”, “Jin jiyan azadî”, “Freedom for PKK, Freedom for YPG, Freedom for PYD”, “Gerilla is not alone”, “PKK is not alone”, “Bê serok jiyan na be”, “Bê gerîla jiyan na be” û “Bijî berxwedana gerîla” hatin berzkirin.

Di çalakiyê de bi sedan belavokên ku sûcên şer ên dewleta Tirk a dagirker teşîr dike, hatin belavkirin.

Çalakgeran bang li hikûmetên welatên Ewropa û saziyên navneteweyî yên weke OPCW kirin ku bêdengiya xwe ya li hemberî dewleta Tirk bişkînin.