Ji bo meşa 12'ê Mijdarê ya li Dusseldorfê banga tevlîbûnê hate kirin

Rêxistin, partî û saziyên Kurdistanî yên li Ewropayê êrîşên ku dewleta Tirk a dagirker bi çekên kîmyewî dike şermezar kirin û gotin “Werin em bi ruhê yekîtiya neteweyî, bikaranîna çekên kîmyewî yên li Kurdistanê bidin sekinandin."

Rêxistin, partî û saziyên Kurdistanî yên li Ewropayê êrîşên ku dewleta Tirk a dagirker bi çekên kîmyewî dike daxuyaniyeke hevpar weşandin.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:

“Werin em bi ruhê yekitiya netewî rabin ser piyan û dawî li talan, dagirkerî û êrîşên kîmyewî yên li ser erdnîgariya Kurdistanê û yên li dijî hebûna gelê Kurd bînin.

Desthilatdariya nîjadperest a AKP-MHP’ê ji bo ku ji qeyrana kûr a ku tê de ye derbas bike û berdewamiya xwe teqez bike, li erdnîgariya Kurdistanê qirkirina Kurdan di asta herî jor de pêk tîne.

Dewleta Tirk bi xeyalên Osmanîzma nû êrîş dike û dixwaze Kurdistan û herêmê ku ew jê re dibêjin Mîsak-i Mîllî, ji nû ve dagir bike. Li Bakurê Kurdistanê bi êrîşên xwe yên li ser Başûr, Rojava, Şengal û Mexmûrê, bi operasyonên qirkirina siyasî yên li Bakurê Kurdistanê êrîşî hemû nirx û saziyên li ser navê Kurdayetiyê dike. Bi vê yekê jî têr nabin, nahêlin ku rewşenbîrên xwedî wijdan û parêzvanên mafên mirovan ên mîna Şebnem Korûr Fîncanci jî li hemberî qetlîamên li Kurdistanê bi vîneke ronak, bîr û ramanên xwe bînin ziman.

Dixwaze bi polîtîkayên dagirkerî û qetlîamê yên li Kurdistanê, bi hemû derfet û îmkanên xwe, bi rêbazên herî qirêj encam bigire. Dewleta Tirk a ku di encama berxwedana gerîlayên azadiyê û gelê Kurdistanê de têk çû, ji bo ku destkeftî û siberoja hemû gelê Kurdistanê tine bike, di 100’emîn salvegera Lozanê de xeyalên xwe pêk bîne, bi tinehesibandina peyman û qanûnên navneteweyî û bi bikaranîna çekên kîmyewî dixwaze encamê bistîne. Êrîş û dagirkeriya ku berdewam dike li dijî tevahiya erdnîgariya Kurdistanê ye û erdnîgariya Kurdistanê bi giştî di nava qirkirinê de ye.

Ji ber ku Kurd beriya sedsalê bê rêxistin, bê sazî û bêparastin bûn, desthilatdaran Kurdistan kirin çar parçe û xwestin bi polîtîkayên dagirkerî û dagirkirinê bên tunekirin.

Em sazî û partiyên Kurdistanî yên li Ewropayê banga me ji hêz û saziyên navneteweyî re ev e ku Gelê Kurdistanê êdî bi rêxistin, hişmendî, xwedî sazî û hêzên xweparastinê ye û diyar e ku hem garantiya herêmê ye û hem jî hêzeke ku bi fikra demokrasî, azadî, wekhevî û azadiya jinê li herêmê nayê paşguhkirinê ye. Hêzên navneteweyî li herêmê, divê li dijî komkujî û êrîşên li Kurdistanê derkevin û bi bêdengmayînê nebin şirîkê wan.

Dîsa em sazî û partiyên Kurdistanî yên li Ewropayê divê bibînin ku çekên kîmyewî yên dewleta Tirk li dijî gerîlayên azadiyê yên li Kurdistanê, gelê sivîl û li ser xwezaya me bi kar tîne, êrîşa li dijî hemû Kurdistanî û gel û baweriyên li herêmê ye. Ji ber ku berxwedana gerîlayên azadiyê, bi berxwedana xwe xeyalên dewleta Tirk a nû ya Osmanî ya dagirkirina herêmê têk dibe, dibe hedefa êrîşan.  Em saziyên Kurdistanî, mîna 1988’an li Helepçeyê li hemberî bikaranîna çekên kîmyewî bedengmayînê û bi salan şûnde jî vê qetlîamê bilêvkirinê qebûl nakin û weke heqaret dibînin.

Erka OPCW ya ku bi îradeya 193 welatan hatiye avakirin, heyetekê bişîne herêmê û li ser bikaranîna çekên kîmyewî ku daxwazên Kurdistaniyan û saziyên cuda yên Ewropayê ye, lêkolînê bike. Heta ev daxwaz pêk neyê wê çalakiyên me yên demokratîk bidomin.

Em sazî û partiyên Kurdistanî yên li Ewropayê yên li jêr îmze kirine, bang li hemû Kurdistaniyan dikin ku li dijî êrîşên kîmyewî ji bo parastina ax, rûmet û siberoja xwe bi ruhê yekitiya neteweyî seferberiyeke xurt pêk bînin.

 Ji ber vê yekê, em bang li hemû sazî, rêxistin, partî yên Kurdistanê, jin, ciwan, zarok, temendirêj, saziyên olî û kesên ku xwediyê wîjdan dikin ku bi sekna ruhê yekîtiya netewî û bi perspektîfa “Li hemberî çekên kîmyewî roja greva netewî li derveyî welat”, bi beşdariya Almanya, Bakurê Fransa, Swîsre, Hollanda û Belçîkayê, tevlî meşa navendî ya li Dusseldorfê û her wiha tevlî çalakî û meşên ku di 12 Mijdarê de li welat û eyaletên din bibin.

SAZIYÊN KU BANG KIRINE

YNK (Yektiya Niştimanî Kurdistan)

Tevgera GORAN

KCDK-E (Kongreya Civakên  Demokratîk ên Kurdistaniyên li Ewrupa)

TJK-E (Tevgera Jinên Kurdistanê-Ewrupa)

Partiya ŞÛÎ

Kongra Star (Rêxistina Jin Rojava, Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê)

Partiya Zahmetkêşan

PADÊ (Partiya Azadî û Demokrasiya Êzîdiya)

Tevgera Azadî

PYD (Partiya Yekîtiya Demokrat)

P.D.K.S  (Partiya Demokrat a Kurdî li Sûriyeyê )

Partiya Çep a Kurd li Sûriyeyê

Tevgera Nûjen ya Kurdistanî ya Sûriyeyê

PÇDKS ( Partiya çep a Demokrat a Kurd li Sûriyê)

Partiya Demokrata Kurd li Sûriye (El Partî)

Partiya Çep a Demokrat li  Sûriye

Partiya Rêkeftin a Kurd li Sûriye

Partiya Çaksaziya Kurd li Sûriye

Partiya Kesk a Demokrat Kurdistanî li Sûriye

Partiya Demokrata Kurdistanî li Sûriye

Partiya Komunîst a Kurdistanî li Sûriye

PÎK (Partiya Îslamiya Kurdistan)

KKP ( Partiya Komunîst a Kurdistan)

Tevgera Kawa

PJAK (Partiya Jiyana Azada Kurdistan)

Yekiyatî Şoreşgerî Kurdistan

KODAR  (Civaka Demokratîk û Azad a Rojhelatê Kurdistan)

KJAR (Civaka Jinên Rojhelatî Kurdistan)

Platforma Horam

Plattform Zagros

Plattform Yarsan

Yarî Kurd

Partiya Demokrat û Pêşverû ya Kurdî li Suriyeyê

Tevçand (Tevgera Çand û Hunera Kurd)

Kurdische Gemeinde Stuttgart e.V

FEDA ( Federesyona Elewîyên Kurdistan)

NAV YEK (Navenda Mal û Komelê Êzdiyan)

Kurdische Zentrum Berlin

CIK ( Civaka Islamiya Kurdistan)

Enstituta Kurdî – Almanaya

Enstituta Kurdî – Bruksel

MŞD ( Meclîsa Şingal a Derveyî Welat)

YMK ( Yekîtîya Mamostayên Kurdistan)

YES (Yekitiya Êzdiyên Sûriyeyê)

Kurdische Gemeinde zu Berlin-Brandenburg e.V.

Dachverband der Êzidischen Frauenräte

DKF (Deutsch-Kurdisches Forum) e.V  Dresden

Kongreya Gel a MEzopotamyayê

Partiya Azadiyê ya Mezopotamyayê

Kurdistan Human Rights Association

Civaka Kurd ji bo Neteweyên Yekbûyî

Partiya Roj