Kurd li Elmanyayê li dijî êrîşên kîmyewî meşiyan

Kurd li Ashaffenbûrg, Saarbrucken û Freîbûrgê li dijî êrîşên kîmyewî meşiyan.

Kurd li bajarên Ashaffenbûrg, Saarbrucken û Freîbûrgê yên Elmanyayê, li dijî êrîşên kîmyewî yên dewleta Tirk a dagirker meşiyan.

SAARBRUCKEN

Li bajarê Saarbrucken ê Elmanyayê, ji aliyê TAJE û Meclîsa Gel a Herêmê ve mîtîngek hat lidarxistin.

Di çalakiya li ber Saarbrucken Eûropa Galerîeyê, êrîşên li ser Şengalê û êrîşên bi çekên kîmyewî hatin protestokirin.

Di çalakiyê de belavokên bi Elmanî hatin xwendin. Li ser navê jinên Êzidî axaftin hatin kirin û dewleta Tirk a dagirker û hevkarê wê PDK hat şermezarkirin. Di axaftinê de wiha hat gotin: “Armanca Malbata Barzan ku ketiye nava xiyanetê, valekirina Şengalê ye. Lê hêza wan têrê nake.”

Di çalakiyê de berxwedana bi heybet a gerîla hat silavkirin. Çalakî bi berzkirina dirûşmeya “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.

FREÎBÛRG

Li bajarê Freîbûrgê jî li dijî êrîşên kîmyewî çalakî hat lidarxistin.

Di çalakiyê de bertek nîşanî bêdengiya cîhanê dan û gerîlayên şehîd hatin bîranîn.

Di çalakiyê de banga tevlêbûna meşên ku wê 12’ê Kanûnê li Dusseldorf û 30’ê Kanûnê li Den Haagê bên lidarxistin, hat kirin.

ASCHAFFENBÛRG

Li bajarê Aschaffenbûrgê Kurdan qetilkirina 17 gerîlayan a bi çekên kîmyewî, protesto kir. Meclîsa Gel a Demokratîk, Kommûnale Înîatîve, Dîe Lînke, Rîseûp4Rojava piştgirî dan çalakiyê. Çalakgeran xwest ku divê şandeyek serbixwe demildest li Herêmên Parastinê yên Medyayê, lêkolîna çekên kîmyewî bikin.