Li Hannoverê çalakiya parastina ziman û çanda Kurdan

Çalakgerên li bajarê Hannover ê Elmanyayê hatin ba hev, li dijî êrîşên qirkirinê yên berpêyî çanda Kurdan çalakî li dar xist.

Li ber îstgeha navendî ya trenan a bajarê Hannover ê Elmanyayê, li dijî êrîşên qirkirinê yên berpêyî çanda Kurdan çalakiyek hat lidarxistin. Çalakî, bi rêzgirtina ji bo şehîdên şoreşê yên Kurdistanê û Cîhanê dest pê kir. Çalakî, bi piştgiriya Meclîsa Gel a Hannoverê û TCŞ û TêkoJIN’ê hat lidarxistin.

Di çalakiyê de stranbêjan stran gotin, piştre li helbestan hate guhdarkirin. Ciwan Çewlîg li çalakiyê axivî û got: “Rêber Apo, navê ‘Qirkirina çandî’ li êrîşên Kurdan tên kirin, kir. Pergalek heye ku ji her aliyî ve êrîşan dike da ku ziman û çanda me tune bike. Divê em li ber vê pergalê li her warî li ber xwe bidin. Çimkî parastina hebûna xwe, bi parastina ziman û çandê pêkan e.“

Çalakî, heta 18.30’an dewam kir. Di çalakiyê de bêyî navber dirûşma “Bijî berxwedana gerîla“ hat berzkirin.