Li Tampereyê serhildana li Rojhilat û Îranê hat silavkirin

Li bajarê Tampere yê Fînlandiyayê, ji bo piştgirîdayîna serhildana gelan a li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê çalakî hat lidarxistin.

Li bajarê Tampere Fînlandiyayê ji bo silavkirina piştgirîdayîna serhildana gelên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê çalakiyek hat lidarxistin. Çalakî ji aliyê xortên çepgir ên Fînî, Îranî û dostên Kurdan ve hatibû organîzekirin. PJAK, NCDK, rêxistinên femînîst û çepgir jî beşdarî çalakiyê bûn.

Bi qasî 200 kes li navenda bajêr hatin ba hev. Di çalakiyê de daxuyaniyên cuda cuda hatin xwendin û serhildana bi pêşengiya jinan a li Îranê destpêkiriye hat silavkirin.

Nûnerê NCDK’ê jî peyama piştgiriyê ya ji bo serhildana gelên Rojhilat û Îranê ya bi dirûşmeya “jin Jîyan Azadî” destpêkiriye, da.

Di çalakiyê de bê navber dirûşme hatin berzkirin û muzîkên şoreşgerî hatin guhdarkirin.