Li Den Haag û Mannheîmê civînên gel
Li bajarê Den Haag ê Hollandayê û bajarê Mannheîm ê Elmanyayê civînên gel hatin lidarxistin û rewşa dawî ya siyasî hate nirxandin.
Li bajarê Den Haag ê Hollandayê û bajarê Mannheîm ê Elmanyayê civînên gel hatin lidarxistin û rewşa dawî ya siyasî hate nirxandin.
MANNHEÎM
Li bajarê Mannheîmê li ser pêvajoya dawî ya siyasî civîneke gel hate lidarxistin. Parêzer Mahmût Şakar tevlî civînê bû.
Piştî deqeyeke rêzgirtinê ya ji bo bîranîna şehîdên şoreşê yên Kurdistanê û Cîhanê nirxandinan destpê kir û işaret bi êrîşên dewleta Tirk ên bi çekên kîmyewî hate kirin. Di civînê de tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate nirxandin. Civîn bi bi dirûşmên, "Bijî Serok Apo", "Şehîd namirin" bi dawî bû.
DEN HAAG
Di çarçoveya pêngava 'Dem dema azadiyê ye' li bajarê Den Haagê panelek hate lidarxistin.
Parêzer Omer Guneş beşdarî panelê bû û li ser komploya navneteweyî û tecrîda li Îmraliyê axivî. Guneş diyar kir ku Ocalan bûye lîderê gelan û anî ziman ku tecrîda li dijî Ocalan tê girankirin. Guneş destnîşan kir, ku hêzên navneteweyî li hemberî fikrê Abdullah Ocalan têk çûne.