Dokûmantera LÊGER li Stockholmê hate nîşandan
Dokûmantera li ser rêwîtiya Kurdên Anatoliya Navîn, ku ji hêla derhêner Esîn Akgül û Ömer Leventoğlu ve hate amadekirin, li Stockholmê hate nîşandan.
Dokûmantera li ser rêwîtiya Kurdên Anatoliya Navîn, ku ji hêla derhêner Esîn Akgül û Ömer Leventoğlu ve hate amadekirin, li Stockholmê hate nîşandan.
Galaya dokûmanter bi beşdariya bi sedan Kurdên ji Anatolya Navîn ên li Stockholm û bakurê Swêd pêk hat. Gala diyarî rojnamevan û çalakvana jin Nagîhan Akarsel hate kirin.
Beriya dokûmanter were nîşandan, li ser navê rêveberiya platforma Kurdên Anatolya Navîn (PKAN) û endamê komîteya amadekar ya pêşandana fîlma Lêger Yusuf Ozden axivî û got: "Ez bi xwe û li ser navê PKAN'ê jî bi vê xebata mezin û hêja serbilind û keyfxweşim ku bi xebateke wisa em ê ji pêşeroja xwe re tiştek bi nirx bihêlin. Dokumentera Lêger bi xebata komeke pispor hatiye amadekirin, ji ronahî heya bi deng, ji dîtmendî heya bi karên herî biçûk jî, spasiya tevayî wan kesan dikin ku keda wan di vê belgefîlmê de çêbûye. Her wiha em weke PKAN spasiya gelê xwe jî dikin ku bi her awayî piştgîriya me kirin û hem di warê moral û hem jî di warê aborî de ji vê projeya mezin û bi nirx re bûne piştgir."
Ozden di dewama axaftina xwe de got: "Her weke me got, em vê belgefîlmê diyarî rojnamevan û lêgerînera herî mezin şehîd Nagîhan Akarsel dikin. Ev dokumenterfîlm lêgerînek bû ku li ser kok û nasnameya rabirdûya xwe xwedî derketin bû. Bi xebateke wisa me xwest ronî bidin ser bê ka 'em ji ku hatine û çawa hatine'."
Piştî axaftinê dokumenterfîlma Lêger ku nêzî seetek û heşt deqe ye li salona Tumbascenen ya Stockholmê hate nîşandan.