Di Maça Global Boks de êrîşên kîmyewî hate şermezarkirin

Li bajarê Oberhaûsen ê Elmanyayê, di dema Maça Global Boks de êrîşên dewleta Tirk ên bi çekên kîmyewî bi hildana pankartekê hate şermezarkirin.

Aktîvîstên tevgerên ciwanên Kurd TCŞ û TêkoJIN, li bajarê Oberhaûsen ê Elmanyayê roja 5'ê Mijdarê di dema Maça Globak Boks de ku bi hezaran kes lê amade bûn, pankartek hildan.

Aktîvîstan pankarta "Jin, Jiyan, Azadî" hildan û bi hezaran kesî dirûşma "Jin, Jiyan, Azadî" qîriyan.

Şeva boksê ku gelek maç lê hatin lîstin, bi pêşengiya boksorê Kurd Îsmaîl Ozen pêk hat. Ozen diyar kir ku şev diyarî Jîna Emînî hatiye kirin.

Ozen bang li temaşevanan kir ku bi ronahiya telefona xwe ya destan jinên berxwedêr ên li Rojhilata Navîn bi bîr bînin.

Aktîvîstan ji bo balê bikişînin ser êrîşên dewleta Tirk ên bi çekên kîmyewî pankart hildan û berxwedana gerîla silav kirin.

Li salonê, komên nijadperest jî alên Tirk û Azerbaycanê hildan û hewl dan provokasyonê bikin.

Beşdarên Elman eleqeyeke mezin nîşanî çalakiya TCŞ û TêkoJIN dan û hêzên ewlekariyê jî komên faşîst ji qadê birin.