Li Atînayê êrîşên kîmyewî hat protestokirin
Li Atînayê li dijî êrîşên bi çekên kîmyewî yên ku dewleta Tirk a dagirker li Herêmên Parastiyê yên Medyayê pêk tîne, bi pêşengiya TCŞ’ê meşek hat lidarxistin.
Li Atînayê li dijî êrîşên bi çekên kîmyewî yên ku dewleta Tirk a dagirker li Herêmên Parastiyê yên Medyayê pêk tîne, bi pêşengiya TCŞ’ê meşek hat lidarxistin.
Îro di saet 17.00’an de li Atîna ya paytexta Yewnanistanê, bi pêşengiya TCŞ’ê li dijî êrîşên bi çekên kîmyewî yên dewleta Tirk a dagirker, meşek hat lidarxistin.
Li dijî êrîşên bi çekên kîmyewî yên ku dewleta Tirk a faşîst li dijî Gerîlayên Azadiya Kurdistanê pêk tîne û ji bo teşhîrkirina dewleta Tirk a dagirker, ji Qada Monostrakî ku yek ji cihên herî qelebalix a Atînayê ye, heta metroyê meşek hat lidarxistin.
Çalakiya ku bi pêşengiya TCŞ’ê hat lidarxistin, ji aliyê gel ve rastî eleqeyek zêde hat. Di çalakiyê de dirûşmeyên “Bijî Berxwedana Gerîla”, “Bijî Serok Apo” û “Bimre xiyanet” hatin berzkirin.