Li dijî qedexeya li ser PKK’ê li Krefeldê îmze hatin berhevkirin
Li bajarê Krefeld ê Elmanyayê bi organîzasyona Înîsiyatîfa Jinan a Şehîd Ekîn Wan, stand hat danîn û li dijî qedexeya li ser PKK’ê gelek îmze hatin berhevkirin.
Li bajarê Krefeld ê Elmanyayê bi organîzasyona Înîsiyatîfa Jinan a Şehîd Ekîn Wan, stand hat danîn û li dijî qedexeya li ser PKK’ê gelek îmze hatin berhevkirin.
Li bajarê Krefeld ê Elmanyayê ji bo derxistina PKK’ê ji “lîsta terorê” standa berhevkirina îmzeyan hat danîn.
Kurdistanî û dostên wan, di saet 14.00’an de hatin ba hev û bi dehan îmze berhev kirin. Êrîşên bi çekên kîmyewî yên dewleta Tirk li Kurdistanê pêk tîne, hatin teşhîrkirin.
Di çalakiyê de banga tevlêbûna meşa ku wê 12’ê Kanûnê li bajarê Dusseldorf ê Elmanyayê bê lidarxistin, hat kirin.