Salvegera damezrandina PKK'ê li Reîmsê hate pîrozkirin
Salvegera 44'an a damezrandina PKK'ê li bajarê Reîmsê bi şahiyekê hate pîrozkirin.
Salvegera 44'an a damezrandina PKK'ê li bajarê Reîmsê bi şahiyekê hate pîrozkirin.
Li Navenda Civaka Kurd a Arîn Mîrkan ya li bajarê Reîms ê Fransayê, salvegera 44’an a damezirandina Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) bi şahiyekê hate pîrozkirin. Pîrozbahî bi rêzgirtina ji bo bîranîna cangoriyên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê dest pê kir. Piştre sînevîzyona ji axaftinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk dihat, hat temaşekirin.
Di şahiyê de hate gotin ku dewleta Tirk a dagirker ku nikare berxwedana dîrokî bişkîne, serî li bikaranîna çekên kîmyewî dide û dixwaze bi sûcên şer encamê bigre. Di şahiyê de bang li OPCW û saziyên navneteweyî hat kirin ku li peywîra xwe rabin.
Di şahiyê de hunermendê TEV-ÇAND‘ê Ûlaş Kelaşîn û Mîr Perwer derketin li ser dikê. Di şahiyê de timî dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Bijî berxwadana gerîla” hatin berzkirin.
Şahî bi gerandina govendê bi dawî bû.