KCDK-E: Werin em li Dusseldorfê bicivin û xwedî li rûmeta xwe derkevin
KCDK-E got, “Roj roja xwedîderketina li rûmet û siberoja xwe ye” û ji bo meşa navendî ya 12’ê Mijdarê li Dusseldorfê li dijî êrîşên kîmyewî bê lidarxistin, banga tevlîbûnê kir.
KCDK-E got, “Roj roja xwedîderketina li rûmet û siberoja xwe ye” û ji bo meşa navendî ya 12’ê Mijdarê li Dusseldorfê li dijî êrîşên kîmyewî bê lidarxistin, banga tevlîbûnê kir.
Di daxuyaniya nivîskî ya Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên Ewropayê (KCDK-E) de hat gotin, "Dewleta Tirk a tekparêz ji bo qirkirina gelê Kurd hemû rêbazên şerê qirêj bi kar tîne. Dewleta Tirk ku xwedî dîroka bi xwîn e, di sala 1938’an de bi gazên jehrî û kîmyewî êrîşî gelê Kurd ên li Dersimê û Zîlanê kir û di encamê de bi hezaran mirov hatin qetilkirin. Dewleta Tirk a qirker ji bo tevahî herêmên Kurdistanê dagir bike, hewl dide projeya dewletê ya Neo-Osmanî bi jiyanî bike. Ji ber vê yekê bi hemû rêbazên qirêj ên şer li Kurdistanê şer dimeşîne.”
Di daxuyaniyê de her wiha hate gotin:
“Artêşa Tirk a ku li pêşberî gerîlayên azadiyê yên Kurd ku bi berxwedaneke dîrokî bersivê didin êrîşên dagirkeriyê yên ku didome, bêçare û bê hêz ma. Bi bikaranîna çekên kîmyewî yên ku li gorî qanûnên navneteweyî qedexe ne, ji bo encamê bi dest bixe sûcê mirovahiyê dike. “
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ji akademîsyenan heta rojnamevanan hemû kesên ku li dijî kîmyewî daxuyanî dan hedef hatine girtin û hat gotin, "Li dijî bikaranîna çekên kîmyewî ya ku ji aliyê hiqûqa navneteweyî ve hatiye qedexekirin û weke sûcê mirovahiyê tê binavkirin bêdeng mayîn, tê wateya hevparê van polîtîkayên qirêj e.”
'DENG DERXISTIN WÊ ENCAMÊ BÎNE’
Di berdewamiya daxuyaniya KCDK-E de ev tişt hate gotin:
"Em dizanin ku saziyên pêwendîdar û hêzên navneteweyî, dema ku çeteyên DAÎŞ'ê ji aliyê Komara Tirk ve hat pêşxistin û mezinkirin, êrîşî Kobanê û Şengalê kirin û komkujî pêk anîn, bêdeng temaşe kirin. Kengî ku gelê Kurdistanê û dostên wan li hemû cîhanê rabûn ser piyan û bi çalakiyên xwe bandor li raya giştî kirin, van hêzan wê demê ketin nava liv û tevgerê.
Êrîşa li dijî gerîlayên azadiyê ku nirx û siberoja gelên Kurdistan û herêmê diparêze, di rastiyê de ji bo me bê nefes û bê paşeroj bihêle. Ji bo OPCW û saziyên pêwendîdar li dijî vê hovîtiyê bikeve seferberiyê, mîna Kobanê wê bi têkoşîna bi biryar a gelê me û dostên me pêk were.
Ji bo vê yekê heta encam bê girtin, divê her kes kal, zarok, jin û ciwan, Bakurî, Başûrî, Rojavayî, Rojhilatî, Êzidî, Misilmanî, Elewî û Xiristiyanî bi ruhê yekîtiya neteweyî her qadê veguherînin qadên serhildanê. Hevalno, heta em beşên pêşverû û demokratîk bixin nava liv û tevgerê û encam bigirin dê têkoşîna me berdewam bike.
EM TEVLÎ MEŞA NAVENDÎ BIBIN
Îro roja xwedî derketina li rûmet û paşeroja xwe ye. Divê her kes li qada ku lê dijî bi ruhê berxwedana Zap û Avaşînê beşdarî seferberiyê bibe û li dijî bikaranîna gaza kîmyewî tevlî çalakiyan bibe.
Weke KCDK-E em bang li hemû kesên xwedî wijdan û di serî de gelê Kurdistanê dikin ku tevlî meşa navendî ya 12’ê Mijdarê li Dusseldorfê bê lidarxistin bibin.”