Li Marsîlyayê çalakiya konvedanê berdewam dike
Çalakiya konvedanê a li bajarê Marsîlya yê Fransayê dest pê kir, di roja duyemîn de berdewam dike.
Çalakiya konvedanê a li bajarê Marsîlya yê Fransayê dest pê kir, di roja duyemîn de berdewam dike.
Kurdistaniyên li Marsîlyayê, ji bo balê bikêşin li ser êrîşên bi çekên kîmyewî, duh li qada Vîeûx Portê çalakiya konvedanê dan destpêkirin. Çalakî bi tevlêbûna Kurdan û dostên wan berdewam dike.
Li qada çalakiyê wêneyên gerîlayên ku di êrîşên bi çekên kîmyewî de şehîd bûne û alên PKK hatin daliqandin. Di çalakiyê de gelek belavok hatin belavkirin.
Kurdistanî, piştî çalakiya konvedanê ya bi sê rojan, wê roja Şemiyê mîtîngek girseyî li dar bixin.