Heyva Sor li Lîvornoyê merasîmek li dar xist
Li bajarê Lîvorno yê Îtalyayê Mezzalûna Rossa Kurdistan (Heyva Sor) merasîmek li dar xist. Kurd û dostên wan ên Îtalî tevlî merasîmê bûn.
Li bajarê Lîvorno yê Îtalyayê Mezzalûna Rossa Kurdistan (Heyva Sor) merasîmek li dar xist. Kurd û dostên wan ên Îtalî tevlî merasîmê bûn.
Şaxa Heyva Sor a Îtalyayê li Îtalyayê di serî de Başûrê Kurdistanê alîkarî daye gelek bajarên Kurdistanê. Heyva Sor duh êvarê li navenda xwe ya li bajarê Lîvornoyê, bi tevlêbûna bi sedan kesan rapora dawiya salê pêşwazî kir û pêşandana slayt a projeyên di salên pêşiya mede, kir.
Zerocalcare bi karîkaturên xwe bê navber li merasîmê dibû rojev. Zerocalcare, şaredarê Lîvornoyê Lûca Salvettî, endamê desteya giştî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk a Sûriyeyê (PYD) û di heman demê berpirsyarê têkîliyên navneteweyî ya Ewropayê Dara Ahmad, midûrê Emniyeta Lîvornoyê Roberto Massûccî, Serokê daîreya biyaniyan Claûdîo Cappellî, qeşeyê dêra Lîvorno Valdese Danîele Boûchard, nûnerê wezareta tenduristiyê yê Rojava Ciwan Mûstafa, Gîacomo Sînî ku wêneyên geşta li Kurdistanê kiriye girtine û moderator Melanîa Carnevallî tevlî merasîmê bûn.
Peyama hevpar a beşdarvanan; bi dawî bûna qetlîamên li Kurdistanê, pêwîstiya zêdebûna pêkanînan û bal dayîna li ser roporên komîsyonên navneteweyî.
Merasîma êvarê bi konsera hunermend Seyda Perînçek, bi dawî bû.