Salvegera 44'an a damezrandina PKK'ê hate pîrozkirin
Salvegera 44'an a damezrandina PKK'ê li bajarê Frankfûrt ê Elmanyayê bi şahiyekê hate pîrozkirin.
Salvegera 44'an a damezrandina PKK'ê li bajarê Frankfûrt ê Elmanyayê bi şahiyekê hate pîrozkirin.
Salvegera damezrandina PKK'ê ku beriya bi 44 salan di 27'ê Mijdara 1978'an de li gundê Fîsê yê navçeya Licê ya Amedê ava bû, li Frankfûrtê hate pîrozkirin.
Şahî roja Şemiyê pêk hat. Hevserokê FEDA'yê Demîr Çelîk li şahiyê axivî û got, "Kurdan gelek berdêl dan ji bo bigihêjin vê astê. Hîn jî berdêlan dide."
Çelîk anî ziman ku Kurd yek ji gelen herî xurt ên Rojhilata Navîn e û got, "Têkoşîn û berxwedana 45 salan gelek tişt guhert."
Çelîk bal kişand ser êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên bi çekên kîmyewî ku li hemberî gerîla dike û got, "Dewleta Tirk bi destûra Yekîtiya Ewropa û NATO'yê çekên kîmyewî bi kar tîne. Her wiha xiyaneta malbata Barzanî û PDK'ê jî dibe sedem ku çekên kîmyewî bêne bikaranîn. Em gelê Kurd vê xiyanetê qebûl nakin."
Çelîk bang li Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) ku erk û berpirsyariya xwe bi cih bîne.
Hevserokê FEDA'yê Demîr Çelîk herî dawî ji bo meşa 12'ê Mijdarê ya li Dusseldorfê banga tevlîbûnê li Kurdan û dostên wan kir.
Di pîrozbahiyê de hunermend Serhat Çarnewa, Beser Şahîn û Hozan Kawa derketin ser dikê.
Pîrozbahî bi dirûşma "Bijî Serok Apo", bi gerandina govendê bi dawî bû.