Li Pforzheîm û Stûttgartê li dijî êrîşên kîmyewî meş hatin lidarxistin
Êrîşên bi çekên kîmyewî yên dewleta Tirk a dagirker, li bajarên Pforzheîm û Stûttgartê bi çalakiyan hat protestokirin.
Êrîşên bi çekên kîmyewî yên dewleta Tirk a dagirker, li bajarên Pforzheîm û Stûttgartê bi çalakiyan hat protestokirin.
STÛTTGARG
Çalakiya konê ya sê rojî ya li Stûttgartê, îro bi meş û mîtîngê bi dawî bû. Bi sedan Kurdistanî û dostên wan di saet 15’an de li Rotebuhlplazê hatin ba hev û heta Schlossplatzê meşiyan. Girseyê bê navber dirûşmeyên “Terorîst Erdogan”, “Bijî Serok Apo”, “Şehîd namirin” berz kirin û li Schlossplatzê mîtîngek li dar xistin.
Di çalakiyê de gelek belavokên bi Elmanî hatin belavkirin.
PFORZHEÎM
Li Pforzheîmê êrîşên kîmyewî bi mîtîngekê hat protestokirin. Gelek Kurdistanî û nûnerên partiya Dîe Lînke tevlî meşa ku li Wîessenhaûssenplatzê destpê kir, bûn. Di meşê de bê navber dirûşmeyên “Terorîst Erdogan” û “Terorîst Tirkiye” hatin berzkirin. Nûnerek ji Partiya Çepgir a Pforzheîmê axivî û bang li hikûmeta Elmanyayê kir ku li dijî êrîşên kîmyewî yên dewleta Tirk bertekên xwe raber bike.