Êrîşa li ser Şengalê li Hannoverê hat şermezarkirin

Êrîşa ku dewleta Tirk a dagirker duh li Şengalê pêk anî û di encamê de kesek şehîd bûbû, li bajarê Hannover ê Elmanyayê hat şermezarkirin.

Li ber îstasyona trenê ya navenda bajarê Hannover ê Elmanyayê, girseyek hat ba hev û êrîşên li ser Şengalê şermezar kirin.

Nav-Yek Hannover, Meclîsa Gel a Hannover, Meclîsa Ronahî û Yekîtiya Êzidî ya Sûriyeyê piştgirî dan çalakiyê. Di çalakiyê de bê navber dirûşmeyên “Kujer Erdogan” û “Dîktator Erdogan” hatin berzkirin.

Çalakî di saet 17’an de bi dawî bû.