Li Basel û Freîbûrgê civîn bi gel re hatin kirin
Bi taybetî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û berxwedana gerîla, geşedanên siyasî yên dawîn ên li Kurdistanê bi civînên bi gel re yên li Basel û Freîbûrgê, hatin niqaşkirin.
Bi taybetî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û berxwedana gerîla, geşedanên siyasî yên dawîn ên li Kurdistanê bi civînên bi gel re yên li Basel û Freîbûrgê, hatin niqaşkirin.
Li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a bajarê Basel ê Swîsreyê civîn bi gel re hat kirin.
Hevserokê Kongra-Gel Remzî Kartal wek axêver tev li civînê bû. Kartal diyar kir ku di serî de berxwedana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi têkoşîna domdar a gerîla dewleta Tirk dike ku hilbiweşe.
Kartal destnîşan kir ku rojeva Kurdan a sereke tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bikaranîna çekên kîmyewî ya dewleta Tirk li dijî gerîla ye. Kartal da xuyakirin ku têkoşîna azadiyê dikeve sala 50’yemîn û anî ziman ku ji ber netêrbûna têkoşîna Rêbertî hêj jî dîl e. Bi domdarî Kartal wiha got: “Eger em têr têbikoşiyana wê Rêbertî azad bibûya. Têkoşîn li Ewropayê heta bi astekê hatiye lê em hêj nehatine wê merheleyê ku bi hêzên navneteweyî bidin avêtin.“
KONSEYA EWROPAYÊ DENGÊ XWE JI TIRKIYEYÊ RE NAKE
Kartal diyar kir ku pêvajoya heyî hem ji bo têkoşîna azadiya ya Kurdan hem jî ji bo dewleta Tirk, lûtke ye û wiha pê de çû: “Divê Kurd li xala lûtkeyê bi ser bikevin. Dewleta Tirk li ser înkarkirina Kurdan ava bûye. Dewleta kûr, dixwaze bi girtina hêzê ji hêzên navneteweyî li hebûna xwe dewam bike. Bi destûra NATO’yê ji çekên nukeer ên taktîk re, çekên termobarîk tê gotin. Lê tevî her tiştî berxwedana gerîla berdewam e. Dewlet, ji ber ku ev berxwedan neşikandiye li ber hilweşînê ye. Pêvajo ber bi dawiyê ve ye. Li lûtkeyê divê em teqez bi ser bikevin. Dewletê salên dawîn konsepteke nû a şer bi pêj de bir. Dagirkirina Başûr, êrîşên berpêyî Rojava, rakirina mafê destnedayînê yê parlamenterên HDP’ê li Bakur û girtina parlamenter û siyasetmedaran têkildarê vê konsepta şer in. Pergala hikûmetê ya serokkomarê jî lûtkeya vê konseptê ye.“
Kartal destnîşan kir ku Tirkiye ji bo derxistina pereyê vî şerî hatiye firotin û ev gotin kirin: “Tirkiye di dewamkirina li vî şerî de bi aborî zehmetiyê dikişîne. Ji bo fînansekirina şer tiştekê nefirotî yê gel nehiştiye.“
KURDISTANÊ VALA DIKIN
Kartal bi lêv kir ku bi valakirina Kurdistanê dewleta Tirk konsepteke nû pêk tîne û bi pereyê qaçaxçî ji mirovan distînin di fînansekirina şer de bi kar tîne û wiha got: “Dewlet, dixwaze Kurdistanê vala bike. Vê bi destê qaçaxçiyên mirovan dike. Berê ev li Behra Ege û di ser Merîçê re dikirin. Lê êdî bi balafiran mirovan dibin Ewropayê.“
Kartal îşaret bi wê yekê kir ku rojeva sereke ya Kurdan azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û ji ber nekirina dengê xwe ji bo têkoşîna ‘Mafê Hêviyê’ ku berdewam e re, rexne li saziyên Ewropayî kir û ev gotin li axaftina xwe zêde kirin: “Ez bawer im ku wê demeke nêz azad bibe. Biryarên DMME’yê yên ji bo mafê hêviyê hene. Bicihanîna van biryaran erka Konseya Ewropayê ye. Lê ji bo berjewendiya xwe dengê xwe ji dewleta Tirk re nake. CPT’yê serdan li Îmraliyê kir lê behsa rewşê nekir. Divê em bi awayekê wisa têbikoşin ku hemû welat tevbigerin. Barê rêxistina me li Ewropayê giran e. Divê em ji xwe dest pê bikin û têkoşînê ji berê bêhtir gur û geş bikin.“
FREÎBÛRG
Li Navenda Civaka Demokratîk a li Freîbûrgê bi tevlêbûna siyasetmedar Ahmet Yildirim civîna gel bi rêzgirtina bi deqeyekê dest pê kir. Ahmet Yildirim bal kişand li ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got ku divê her kes tiştê dikeve ser mil bike.
Hevserokê/a Freîbûrgê ku piştî Yildirim axivî, bal kişand ser êrîşên kîmyewî û got: “Em heta xwe ker bikin, wê hevrêyên me qetil bikin. Divê em dengê xwe bikin ji êrîşên li Herêmên Parastina Medyayê dibin, bibin hilm ji hevalên xwe re. Berpirsê tiştên li Herêmên Parastinê yên Medyayê diqewimin PDK ye. PDK’ê xiyanet bi Kurdan re kir û dewam dike li xiyanetê. Nekirina dengê xwe ya hemû dewletan jî delîlê şirîkatiya wan a vî sûcî ye.“