Li Arjantînê kampanya li dijî êrîşên kîmyewî berfireh dibe

Kampanya li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên bi çekên kîmyewî, ku li Arjantînê ji aliyê Komîteyên Piştevaniya Kurdistanê ve hate destpêkirin, berfireh dibe.

Ji bo pêşî li êrîşên dewleta Tirk ên bi çekên kîmyewî bê girtin û hesabê sûcê ku kirine bide li Arjantînê kampanyayekê destpê kir.

Kampanyayê di 1'ê Mijdarê de destpê kir. Qonaxa destpêkê ya kampanayyê ew e ku saziyên mafên mirovan ên di asta navneteweyî de bi bandor bin, bixe nava liv û tevgerê. Qonaxa destpêkê wê heta 30'ê Mijdarê dewam bike.

Di mîtînga Dayikên Plazo De Mayo de ku her Pêncşemê li Bûenos Aîresê tê lidarxistin, vê hefteyê daxuyaniya Komîteya Piştevaniya bi Jinên Kurd re ya Arjantînê hate xwendin.

Di mîtîngê de ku aktîvîst û nûnerên gelek saziyên mafên mirovan tevlî bûn, beşdaran nerazîbûn nîşanî êrîşên dewleta Tirk ên bi çekên kîmyewî dan û diyar kirin ku wê piştgiriyeke xurt bidin kampanyayê.

Rêveberên kampanyayê jî diyar kirin ku wê karên xwe yên kampanyayê rojên bê hîn bi xurtî bimeşînin.