Li Ewropayê xebatên diyaloga di navbera Kurd û Ereban de

Li bajarê Bachûm ê Elmanyayê ji aliyê Navenda Lêkolînên Kurdan û Înisîyatîfa Toleransê ya Elmanyayê bi sernavê Hevgirtin û Hevkariya Kurd û Ereban civînek hate lidarxistin.

Di civînê de rojevên li ser jiyana hevbeş, çanda demokratîk, rêzgirtina ji mafên mirovan û rakirina zexta civaka baviksalarî ya li ser jinê hatin diyarkirin.

Gelek rewşenbîr, hunermend, nivîskar, rojnamevan, çalakvan û siyasetmedarên li Almayayê dijîn, Hevserokê Meclîsa Sûriyeya Demokratîk Riyad Derar, endamê Meclîsê Dr. Rizgar Qasim jî di nav de 30 kes beşdarî civînê bûn.

Di destpêkê de Newaf Xelîl li ser navê Navenda Lêkolînên Kurd axivî û got “Civînên Diyaloga Kurd û Ereban zemîneke girîng e ji bo naskirina yên din, danûstendina li dijî her cure dûrxistin û cudaxwaziyê û avakirina çanda toleransê.”

Li ser navê Înîsiyatîfa Toleransê Fîraz Kassas jî diyar kir ku hêzên ku dixwazin gelê Kurd û Ereb bînin hemberî hev hene û di vî warî de bal kişand ser polîtîkayên dewleta Baas û dewleta Tirk û got “Di hevdîtinên Diyaloga Kurd û Ereban de asoyeke berfireh heye ku wê van polîtîkayan pûç bike û siberoja gelan ava bike.”

Çalakvana jin û siyasî ya Sûdanê Şadiye Abdulmun-im ji Sûdanê mînakên polîtîkayên hikûmetê yên ku hewl dide gelan standardîze bike da: “Zimanê fermî yê Sûdanê Erebî ye û ola fermî jî Îslam e. Lê li Sûdanê gelek gelên cuda dijîn. Bi taybetî li Bakurê Sûdanê gelekî Efrîkî heye ku wan şaristaniya li Sûdanê ava kirine û di warê dîrokî û çandî de gelekî cihê ne.”

DIYALOGA DI NAVBERA KURD Û EREBAN DE JI GELÊN ROJHILATA NAVÎN GELEKÎ GIRÎNG E

Şadiye Abdulmun-im destnîşan kir ku diyaloga di navbera Kurd û Ereban de ne tenê ji bo her du gelan, ji bo hemû gelên li Rojhilata Navîn dijîn xwedî girîngiyeke mezin e û ev mînakeke diyarker e.

Civîn bi pirs û nirxandinên beşdaran berdewam dike.

Di civînê de zemîna Diyaloga di navbera Kurd û Ereban de û pêwistiyên sereke yên pêşxistina wê jî dê bên gotûbêjkirin.

Di beşa sêyem de wê rewşa jinê di nava civaka Ereb û Kurd de, pirsgirêkên ku dijîn û xalên wan ên hevpar werin nîqaşkirin.

Dîsa li ser têkiliyên gelê Kurd û Ereb, xalên hevpar û çarenûsa hevpar wê nîqaş bên kirin.

Di rûniştina dawî de wê pêşniyaz û gavên ku ji bo dema pêş bên avêtin, wê bên diyarkirin.