Li Marsîlyayê çalakiya bi kon di roja sêyemîn de jî domiya
Ji bo protestokirina êrîşên kîmyewîyên dewleta Tirk li bajarê Marsîlya yê Fransayê çalakiya bi kon hatibû destpêkirin. Çalakî di roja sêyemîn de jî domiya.
Ji bo protestokirina êrîşên kîmyewîyên dewleta Tirk li bajarê Marsîlya yê Fransayê çalakiya bi kon hatibû destpêkirin. Çalakî di roja sêyemîn de jî domiya.
Roja Înê li Vîeûx Portê çalakiya bi kon saet di 13.00’an de hatibû destpêkirin û êvarî heta dereng domiya. Di çalakiyê de wêneyên gerîlayên ku bi çekên kîmyewî şehîd bûne hate hilgirtin û gelek belavok hatin belavkirin.
Wê çalakî îro jî saet di 10.30’an de li qada Vîeûx Portê bidome û bi meşê biqede.