Dewleta Tirk li Roûenê hat protestokirin

Êrîşên bi çekên kîmyewî yên dewleta Tirk, li bajarê Roûen ê herêma Normandiya ya Fransayê hat protestokirin.

Çalakî bi tevlêbûna gelek Kurdistaniyan li qada Justice hat kirin. Çapemeniya herêmê û gel bi çalakiyê re gelek eleqedar bûn. Komunîst û sosyalîstên Fransî yên dostên Kurdan jî tevlî çalakiyê bûn. Çalakî, bi girtina rêzê ji bo şehîdan destpê kir. Di çalakiya gelek sal bi şûn de li Roûenê hat lidarxistin de, çalakgeran dowîzên li ser şermezarkirina êrîşên kîmyewî yên dewleta Tirk û alên PKK’ê û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hildan. Li qada Justice bi findên vêxistî ‘17’ hat nivîsîn.

Çalakgeran, bi berzkirina dirûşmeyên ‘’Erdogan ê kujer’’, ‘’Erdogan ê terorîst’’, ‘’Dewleta Tirk a terorîst’’ û ‘’Bijî berxwedana gerîla’’ bala xelkê li der û dorê kişand.

Çalakgeran, diyar kir ku ew ê bi gerîlayên Kurd re bin ku li ber sûcên şer ên dewleta Tirk a faşîst a mêtinger bi qehremanî li ber xwe didin û bang li civaka navneteweyî OPCW’ê hat kirin ku bêdengiya xwe xira bikin

Çalakî bi berzkirina dirûşmeyên li dijî dewleta Tirk qediya.